This allurement is not abandoned to replica rolex accomplish the SIHH event, but a curated on a adventure calm with the associates of replica rolex uk the aggregation aBlogtoWatch attending at the new watches, to accommodated the aloft affluence watch industry replica watches uk executives, as able-bodied as added appearance that will be accomplished in the swiss fake watches advancing weeks.

UNITED KURDISTAN… » Zerdeşt

Zerdeşt

Demek pir kevn berê li welatê Medan, nêzîkî gola Ormiyê gundekî piçûk hebû. Li vî gundî malbateke bi navê Spîtama dijiya. Ji vê malbatê re kurek çêbû. Dê û bavê wî navê Zerdeşt lê kirin. Dema Zerdeşt ji dayik dibe, nagirî, dikene. Yên ku vê bûyerê dibînin ecêb dimînin, lewra tu carî ne tiştek weha dîne û ne jî bihîstine. Li ser vê bûyerê gund dibe du ber. Hinek dibêjin; “Dê ev zarok bibe mirovekî mezin, û dê ji gelê me re bibe rêber” û ji kêfa dilerizin.

Li aliyê din jî hin kes hene ku xwedî ramanên xerab in. Metran û Karapana (Rahîbên olên Mithra û Daevayê ne) didibêjin; “Ev zarok dê mezin bibe, gel li pey wî biçe û dê ola me têk biçe; ji me re tu text û tac nemîne”. Ji tirsa vê yekê dikevine nav hizran, xwe ji Zerdeşt dûr dixin û di nav gel de fesadî û gelaciyan dikin. Piştî çend rojan keşîş li hev dicivin û diçin mala bavê Zerdeşt Poruşaspa û jê re dibêjin; “Poruşaspa, em zanist û rêberên hemû xwedawendan û olan hatine ba te, da ku em te hişyar bikin! Dema kurê te ji dayîk bûye negiriyaye û wek hacûcan keniye. Ev ne nîşanên baş in. Li gor remlên (falên) me di pêşerojê de ev kurik dê ola me ji holê rake û em ê malwêran bibin. Divê tu kurê xwe bikujî!…”

Pourşaspa yek ji alîgirê ola Daeva ye. Li gor baweriya ola Daeva “Bingeha başî û xerabiyê yek e. Mirov çiqas rêz li başiyê bigre divê mirov hewqas rêz ji xerabiyê re jî bigre”. Dema ku qurbana ji Xwedayan re pêşkêş dikirin cudayî nedikirin navbera wedayê baş û yê xerab. Ji bo ku tofan û sosret neyên serê wan, ji Xwedayê xerab re bêtir rêz digirtin.

Pouruşaspa neçar mabû, nedixwest ku kurê xwe bikuje. Lê li aliyekî kurê wî û li aliyê din jî baweriya wî hebû. Zext û zora keşîşan û a gel jî serbarê ser bû.

Dotira rojê Pouruşaspa li meydana gund agirek mezin û geş dada. Gundî hemû hatibûn wir. Pouruşaspa bi bejna Zerdeştê piçûk girt û kurik avêt nav agir. Agirê pîroz Zerdeşt neşewitand û parast. Gundî û keşîş mat mabûn û ji vê ecêba giran bawer nedikirin.

Keşîş ji inta xwe nedihatine xwar: “Çi dibe bila bibe pêwîst e ku Zerdeşt were kuştin”. Roja din Zerdeşt birin nav garana ga û gamêşan. Bi sedan ga û gamêş li meydaneke civandin. Zerdeşt danîn nav meydanê da ku ga û gamêş pê lê bikin û bikujin. Gamêşekî xurt hat li ser Zerdeşt sekinî û ew ji binpêkirinê parast. Dîsa tiştek bi Zerdeşt nehatibû. Li ser vê bûyerê keşîş û matran hîn bêtir tirsiyan.

Piştî çend mehên din, dîsa xwestin Zerdeşt bikujin. Li derveyê gund şikefteke tarî û kûr hebû. Dêlegurek har li wir dijiya. Zerdeşt birin li ber şikeftê danîn da ku dêlegur bê û Zerdeşt bixwe. Dêlegurê ew nexwar û hemand heta ku diya Zerdeşt Bêrîvan (Dughdova) hat û Zerdeşt bir malê.

Zerdeşt êdî bûbû xortek 15 salî. Di serê wî de gelek pirs hebûn, digot: ”Gelo, ez kî me? Çima he me? Jiyan çi ye? Çima mirov dimire? Piştî mirinê jiyanek din heye? Kê ev asîman çêkiriye û van stêrkan tê de bi cîh kiriye? Ax, hewa, av û agir! Kê ev ji bo çi çêkirine? Xerabî û başî çi ne û çima hene? Ev pirs tu tebat nedidane Zerdeşt. Keşîş û metranan jî êdî hew dikarîbûn bersiva pirsên Zerdest bidin. Ji xwe bersivên wan, ji pirsên Zerdeşt re nedibûne çare! Keşîş û metran êdî ji ber Zerdeşt ketibûne emanê û jê direviyan. Piştî Zerdeşt dît kesî ku bikaribe bersiva pirsên wî bide nîne, biryara xwe da û bi xwe ket nav lêkolînan. Lewra diviya bû ku bersivên van pirsan bidîta.

Rojên wî di nav daristanan de, li ser dar û beran, bi çûk û ajelên din re derbas dibûn. Bi şev jî li ser stêrkan lêkolin dikir. Herweha li ser suriştê, element, av, agir, hewa û axê jî lêkolîn dikirin.

Keşîş û matranan, li gor olên xwe, ji her tiştekî re Xwedayekî pejirandibû. Wek Xwedayê rojê Mîthra Xwedayê avê Anahîta, Xwedayê meyê û evînê Haoma(Homa), Xwedayê xêr û Şêr dihebandin. Ji Xwedayan re mirov û ajelan qurban dikirin. Ava Haoma vedixwarin, pê serxweş dibûn û xerabiyan dikirin. Zerdeşt bi awayekî eşkere li hember wan derdiket û digot: ”Mirov pîroz in, divê neyêne qurbankirin. Ajelên ku şîr didin, ajelên ku cot dikin, ajelên bar û siwariyê hwd. divê neyêne qurbankirin. Ji bilî seremoniyan divê ava Haoma neyê vexwarin. Ava Haoma di koka xwe de pîroz e, derman e, divê ji bo serxweşbûnê neyê vexwarin. Zerdeşt wan şermezar dikir û baweriyên wan ser û binê hev dikir. Loma jî rojekê keşîş û matran li hev kom bûn û biryar dan ku Zerdeşt ji gund derxin.

Zerdeşt di 20 saliya xwe de dikeve silûsê ango înziwayê. Diçe çiyayekî bi navê Sabalan, li wir di şikefteke de dijî û li ser pirs û lêkolînên xwe hûr û kûr dibe. Bi rêya medîtasiyonê (zikr û îbadetê) li hundirê xwe dinêre. Li dij nefsê têdikoşe. Paşê digihîje radeyek wisa ku êdî dikare analîza lêkolînên xwe bike.

”Di nav mirov de başî û xerabî heye. Başî û xerabî herdem bi hev re di nav şer de ne”. Zerdeşt mirovan dike sê beş: Laş, hiş, giyan (ruh). Laş: Laş ji elementan pêk tê. Goşt û hestî ji axê ne. Piştî mirinê, laş li rastiya xwe vedigere û car din dibe ax. Xwîn û ava di laş de jî herweha li rastiya xwe vedigerin û car din dibine av. Nefes ji hewayê ye. Piştî mirinê ew jî li xwe vedigere û dibe hewa. Tîn ango enerjiya di laşê mirovan de ku dibe sedema tevgera laş, xwîn û nefesê jî, herweha li rastiya xwe vedigere. Hiş: Hiş dibe sedema înkarnasîyonê û hesabê roja pasîn (qiyametê). Di jiyana piştî mirinê de, mirov çi kiribe, bi rêya hiş ew tişt derdikevin pêşiya mirov. Eger mêr başî kiribe, başiya wî dibe beden û dikeve şiklê keçikeke ciwan û rind û derdikeve hemberî wî. Eger xerabî kiribe, ew xerabî jî dibe beden û dikeve şiklê keçikeke gelek ne xweşik û derdikeve hemberî wî. Ji bo jinan jî heman tişt dibe. Başiya wan di bedena xortekî ciwan û rind de, xerabiya wan jî di bedena xortekî gemar, pîs û şindokê mêran de derdikeve hemberî wan. Bi laş re hiş jî dimire. Giyan: Ew ji bedenê cudatir e û ne element e. Giyan ji Ahura Mazda ye û nemir e. Roja dawî, ew jî li rastiya xwe vedigere û dibe Ahura Mazda. Piştî mirina Zerdeşt dê giyan bibe sedema bingeha feylozofiyê.

Li ser siruştê jî dibêje; ”Her tiştek (madde û antî madde) ku di siruştê de hene, wek ben bihev ve girêdayî ne.Lawazî an têkçûna tiştekî, bandorê li ser tiştên ji derveyê xwe ve jî dike. Belê Zerdeşt ekolojiyê di wê demê de kefş kiribû. Li ser stêrkan jî weha dibêje: ”Sîstemeke xwedawendî li asîman heye. Her tişt bi hev ve girêdayî ye û di nav ger û guherînê de ye. Mirina stêrkekî, destpêka stêrk an jî stêrkên din e.” Ji bo dinyayê jî weha dibêje: ”Dinya (telus) wek hêkê ye. Zerika hêkê ax(erd) e, sipîçka li dor zerikê jî hewa û tiştên din in. Qalikê hêkê jî wek zirx ji bo parastina Dinyayê ye.

Mîthraniyan digot ”Hor (Roj) Xweda ye û navê wî jî Mîthra ye. Her tişt wî afirandiye”. Zerdeşt ev bawerî jî ser û bin dikir û digot: Mîthra, Hor bingeha jiyana li dinyayê ye. Ji ber germî û rohniya xwe pîroz e lê ne Xweda ye. Yê ku Mithra, Horê jî afirandiye heye.

Di gerdûnê (kosmos) de sîstemek heye. Madde û antî madde di nav tevlihevî ango kaosekî de ne. Di nav vê tevliheviyê de jî sistemek heye. Ev tişt di mirov bi xwe de jî heye. Zerdeşt ji gerdûnê re dibêje Mazda (mezin û zanist). Zerdeşt, Mazda wek beden dibîne galaks, stêrk, siruşt(xweza), mirov, ajel, nebat û antî madde jî herweha. Her tiştek mîna perçeyek ji Mazd dibîne û weha dibêje; ”Mazd, makro kosmos e. Mirov jî mîkro kosmos in. Di kosmosê de çi hebe di mirov bi xwe de jî heman tişt heye. Bingeh yek e. Ahura Mazda jî, Ahrîman (bereveciyê Ahura Mazda ye, kana fesadî û xerabiyê ye) jî di mêjiyê mirov de ne”.

790 Comments to “Zerdeşt”

  1. Alethea says:

    I’m extremely pleased to find this page. I wanted to thank you
    for ones time for this particularly wonderful read!!
    I definitely liked every bit of it and i also have you saved as
    a favorite to see new stuff on your site.

  2. Hi there, all is going sound here and ofcourse every one is sharing information, that’s actually excellent, keep up writing.

  3. What you published was very reasonable. However, what about
    this? suppose you wrote a catchier title? I am not suggesting your
    information is not good, but suppose you added a title that grabbed people’s attention? I
    mean UNITED KURDISTAN… » Zerdeşt is kinda vanilla.

    You should peek at Yahoo’s home page and note how they create news titles
    to get people to click. You might try adding a video or
    a related pic or two to grab readers interested about
    what you’ve got to say. In my opinion, it might make
    your website a little bit more interesting.

  4. Howdy! I know this is kinda off topic but I was wondering
    if you knew where I could locate a captcha plugin for my
    comment form? I’m using the same blog platform as yours and I’m having problems finding one?
    Thanks a lot!

  5. Seafood says:

    I was suggested this website via my cousin. I’m not positive whether this submit is written by way of him as
    nobody else understand such distinctive approximately my trouble.

    You are incredible! Thank you!

1 156 157 158

Leave your Comment

Your email address will not be published. Required fields are marked *

You may use these HTML tags and attributes: <a href="" title=""> <abbr title=""> <acronym title=""> <b> <blockquote cite=""> <cite> <code> <del datetime=""> <em> <i> <q cite=""> <strike> <strong>

Blue Taste Theme created by Jabox
Content Protected Using Blog Protector Plugin By: Make Money.