This allurement is not abandoned to replica rolex accomplish the SIHH event, but a curated on a adventure calm with the associates of replica rolex uk the aggregation aBlogtoWatch attending at the new watches, to accommodated the aloft affluence watch industry replica watches uk executives, as able-bodied as added appearance that will be accomplished in the swiss fake watches advancing weeks.

UNITED KURDISTAN… » Şeva Fristê Revin

Şeva Fristê Revin

Ji Çirokên Îsmayil Silêman Hacanî


Naverok

Diyarî……………………………………………………………………

Pêşekî…………………………………………………………………

Dadgeh………………………………………………………………….

Stok………………………………………………………………….

Ew roja…!…………………………………………………………..

Ez kî me?…………………………………………………………….

Dîmenekê bizdiyayî ji filmekê xav…………………………………….

Babelîsk

Ez ji kê?……………………………………………………………

Soro…………………………………………………………………..

Teşabet……………………………………………………………..

Seredaneka dereng…………………………………………………..

Gendel efendî……………………………………………………..

Rojanên miriyekî……………………………………………………..

Şeva firîşte revîn…………………………………………………..

Şeveka birisî û naneka tirsî………………………………………..

Oxir………………………………………………………………….

Hêstir…………………………………………………………………

Xobayî……………………………………………………………….

Maç……………………………………………………………………

Mirov………………………………………………………………….

Peyker………………………………………………………………..

Ferhengok……………………………………………………………

Nivîser di çend rêzan de……………………………………………


Diyarî ji bo hemû şervanên wenda yên welatê min..


Pêşekî

Çarşembe û xweş çarşembe

Eve navekî nû di cîhana kurteçîroka kurdî de serhilda. Hacanî di vê koma kurteçîrokên xwe de, xerîbiya xwe ji helbestê veguhaztiye cîhana çîrokê û bi rengekê aşkira, zimanekê sivik, lêkdayî, law, rehwan, pir musîqa û aburiyeka mukum di peyvan de, binyatê pitiriya çîrokên xwe danaye û li ser ava kiriye. Demê min ew çîrokên gelek kurt “Peyker, Maç, Stok, Oxer, Ew roja, Ez kî me, Dîmenekê bizdiyayî ji filmekê xav” xwendîn, yekser sê ristên çîroknivîsa cîhanî ya Nobel wergirtî, Nadîn Gordîmir hatine bîra min:

“Kurteçîrokê taybetiyek heye, gelek huneriye û nêzîke ji helbestê “.

Hacanî yê viyay cîhaneka nû, bi şêweyekê aşupî, xewnikî, mendehoşî, çêke beramber vê jiyana me ya rojane ya dûbare kirî. Hacanî şiyaye sûdê ji hindek bawerî û tîtalên kevinên bab û bapîran wergire û ser ji nû ve wek xwe, li dûv dîtina xwe darêje û hêzeka hunerî bide, mîna çîrokên: “Babelîsk, Şeva Firîşte Revîn, Seredaneka Dereng”.

Hacanî şiyaye û bi zîrekî komeka peyvên kurdî yên resen, ewên hêdî hêdî ber bi kinarê nemanê diçin, sax bike û bi kar bihîne di avahiyê çîrokên xwe de.

Pitiriya çîrokan bi şêweyê vegêranê hatîne avakirin bi rengekê harmonî yê nîv veşartî.

Di çîrokên gelek kurt de, xwendevan dê hest bi bêhnkurtiya nefesa çîroknivîsî bike, lê demê digehe çîrokên “Şeva Firîşte Revîn, Babelîsk, Seredaneka Dereng û Rojanên Miriyekî” dê bibîne, bêhnfirehiya vegêranê ya jê difire û çîroknivîs pitir zale li ser karê xwe yê hunerî.

Îsmayil Hacanî di van çîrokên xwe de, komeka babetên germ kirine hêvênê çîrokên xwe û carina jî hindek zillehên bi hêz bayê wer kirîne û bê hemdî xwe di nav çîrokên xwe de heliyaye û ya viyaye gotiye û li dijî gendeliyê û bazirganên nû di cîhana me de….

Hacanî xwe li guhnêliyê kiriye xwedan û pitiriya çîrokên wî bêhna guhnêliyê jê difire “maç, memik, qereç, dehmen”. Çîroka “Dadgeh” li ser vî babetî ava kiriye. Lê mixabin dumahiya wê girtiye, xwezî hêlaba vekirî û rê daba xwendevanên xwe, da pitir pişikdariyê di hizirkirinê de bikin heta dumahiya wê.

Hacanî melevane di cîhana zarokan de, ew û bîrhatinên zarokîniyê bi vî rengê sivik û sanahî û rastgoyî xweşiyeka bêqam çêdike bo xwendevanên xwe bi taybetî di çîrokên “Seredaneka Dereng, Ew Roja, Ez Ji Kê, Soro.”

Hacanî jî viyaye bi van peyvan pişikdariyê di guhorîna civakê me de bike ber bi asoyekê geştir.

Heger çarşembe û xweş çarşembe, eve çîrok in û xweş çîrok in.

Hemzatov dibêje: “Karê nivîserê hunermend ewe diyardeyan xûya bike, rût bike, xwendevanî bihejîne, ne ku gerdunê rast bike.

Hesen Silêvanî

Dadgeh

Cade ya difûre, dergehên xwandingehan mane daxistî û xwendekaran berdewamî da mangirtinê, pel ji manşêtên rojname û kovaran dipeşin. Mela li mizgeftan, gewirî li xwe dirandin û çengên dêra kuh bûn ji jenînê. Şêx û pîra deriyê Laleş û mezarê Şerfedîn berdan. Holika rojnamevanane, bi deng û basên taze re nagehin, peyamên bi lez ser şaşên televziyonan dihêne xwarê, berpirs bi peyvên nazik, sozên germ û derewan ve diriyan. Serokê hukmetê ji bêjeran pitir dihête ser şaşên televziyonan da pîçekê ji kerb û tengijîna cemawerî bihîne xwarê. Desteka “UN”ê ji bo cara siyê rûniştine xwarê li ser tawana goristanê eva ernavê mirovatiyê hejandî.

Ew serê mehekê ye xelkî mirî yên xwe yên berî dû salan jî, ji wê goristanê anîne der û veguhastine goristaneka din bi sedan kîlometran ji wê dûrtir. Hindekan jî, destên xwe dikirine kovik û bi guhên hevalên xwe vedinan û pistepist dikirin. Tu dizanî dayika filanî û xwîşka filanî li wê goristanê veşartî bûn? Hindekan jî, ew mehek bû tiliyên wan li ser celebkê bûn û zêrevanî li kêliyên miriyên xwe yên mê dikirin.

Hola dadgehê rê nema ji ber peyamnêr û rojnamevanan. Daxwazkerê giştî tiliyên xwe bi nik tawanbarî ve birin û bi tonekê pir ture, ev ne mirovê he yê bi reng mirov, hûn dibînin di qefesa tawanê de kiryareka hovane di derheqê mirovayetiyê de kirî. Hîç tawaneka wekî wê di dîroka mirovatiyê de nehatiye kirin, hîç sizayek nîne di yasayê de ev dirindê he li ser bihête sizadan. Sêdaredan bo vî hovê he kême, lewa em daxwaz dikin bihête pirtpirtkirin di gehan re.

Di nav şifşan de bi ser xwe ve hat wekî şervanekê westayî, çavçerînek li hemû rûniştiyên holê kir û got: Dadvanê birêz ez ev kesê beramber we yê xwedê dayî, bi ciwantirîn şêwe her wekî wî di pertuka xwe ya pîroz de keremkirî: “weleqed xeleqna el însan fî ihsin teqwîm” (me mirov ciwan daye ) hatîme zirbehrkirin ji hemû hez, viyan û xuriskên xuristiyên jiyanê, evî civakî dev, dest û piyên min bend kirine bi navê guneh, şerm, tîtal û rewiştan. Dadvanê birêz, min mafê dîkilekî jî nîne, gava heza xwe bi cih dihîne, bi azadî mirîşkekê li ser gîfkekê difisîne. Min mafê kerekî jî nîne ku her cih û demê viya bi azadî dizire. Min mafê biçûktirîn kêzik nîne gava difire bê pasport, vîze û nasname, çi sinor nînin hezên wan ragirin. Bi tenê ezê mirov hemû tişt ji bo min qedexene, ez xwe gunehbar nabînim heta bihême sizadan, belku yê ji hêjayî sizadanê be, ev civakeye yê bi saxî hemû tişt di mêşkê minê mirov de fetisandine.

Dadvanî serê xwe bi nik layê rastê û çepê ve bir û piştî piste pistê dadvanî çekuçek li mêzê da û got: Dadgeh, me biryar da di vê rûniştinê de ev kesê he yê bê guneh bihête azadkirin û şûna wî civak bi tundî bihête sizadan.

* * *

Stok

Li sêryana he, gazînoyeka kevnar lê heye, mêzeka danaye û yarîkerên mezin li ber yekin. Ageh ji demî nîne, salên wan çirkene û çerxên wan birgene, ji şeşê ta bîst û yekê li ber yekin, ne diwestin, ne dirawestin, yên pêk ve hulî bûne.

Eve heyameke qereçek dihête vê gazînoyê moriya vedigire, bextên reş sipî dike, qereçeka bejin zirave dev û lêv şirîne, mêyatî jê dibare. Hinda merdaneye tu bibêjiyê dehmena xwe rake, bê yek û dû radike, bibêjiyê maçekê, sê ya dide, geleka seyre hez ji bazinan nake û tejî zendên wê bazinin.

Wê roja he destê min girt û perixand û bextê min xwand, serê xwe hejand û got:

Jiyê te gelekê dirêje, te ava heyatê vexwariye, zû bi zû namirî, ji hebûna Adem tu yê heyî heta nebûna Adem, lê te hind bawerî bi xwe nîne hindî bi xelkî heye.

Hêşta tiliyên min di nav destên wê de, dîsa gurde gurda dengê yarîkeran li pişt mêzê bilind bûn.

Yekî digot:

– Stoka xwe peyt bike.

Yê din digot:

- Ma we çi maye heta hûn yariyê sera bikin?

Ewê beramber, destê xwe bire bin kefşê xwe û pirtukeka kevin û berg û lêv diryayî anî der û bi lêvên xwe vena û dana ser mêzê û got:

- Eve beyta min.

Ewa bi rex ve ji pişt mêzê rabû û qulpeka sîngê xwe vekir û destê xwe dana ser memikên xwe yên rût û got:

- Ez bi van cotê pîvokan dê bihême yariyê.

Di vê navbeynê de dengekê tîj ji goristana beramber hat, hemû li xwe zivirîn miriyekî serê xwe û destê xwe yê çepê ji nav kefenî anîbû der wekî kenguruyan, cotkanî xwe dihavêt û digot:

- Rawestin ez jî yarîkerim.

Hemûyan pêk ve gotê:

- Ma te çi heye heta tu yariyê sera bikî?

Ewî jî ji dûr ve bersiv da:

- Eve kefenê min.

Çavên hemûyan ma li xwedanê stokê, ewî jî bi qebe ve destê xwe bire paxla xwe û kaxezeka mezin û nexşandî dana ser mêzê û got:

- Eve nexşê welatê min stoke, vêca werinê gund.. gund… bajêr… bajêr li ber we ye.

* Evê çîrokê xelatê yekê bir di berîkana rêveberiya rewşenbîrî û hunerî li Duhokê ewa hatiye sazkirin li 10/12/2005-ê.

Ew roja!…

Wê rojê kes nebû bi lexirînî yariyan li gel bike. Balîfkekê tê wer bike yan bibêjê were şerê hêştiran. Kemaxên wî erd nedigirt, ji gazînoyê derket. Kesek nedît hedara wî pê bihêt. Çû nivîsîngeha hevalê xwe. Ew jî wê rojê ji hemû rojan bi mijûltir bû neşiya lêva serî li ya binî bide. Ji cem wî jî derket. Wekî marmasiyekî gêj şose dibirîn pêlên mirovan dubir dikirin, sîngê wî bi dehan diket, xwe negote yekê bibore. Wekî sinêlekî kurên berpirsan li tirumbêlê xurî çi pûte bi gulopên kesk û sor nekir, nedizanî polîs û fîrik hene. Li ber derê malê kurê wê yê biçûk xwe dihelavêt; Babo hat, babo hat. Çi pûte bi wî jî nekir. Çingilê wî ji delingê xwe vekir; Wê ve here evro kî dikare min dihay bibe? Ji wê kelê xwe havête ber sîngê dayika xwe û serê xwe dana ser ranê wê û xirîk çû, tiliyên dayika wî yên qurmiçî pora wî ya şelal şeh dikirin û bi destê din tep li pişta wî ya pan didan û stirana wî ya caran ji bo digot:

Simaylok û Simaylok

Simaylokê çirgotî

pêxwasim naçim cotî

mişka kalik lê kotî

dest havête bizotî

serê çûçkê xwe sotî .

Dengê pixêna wî û kurê wî yê biçûk di bin kefşê wî ve sêmfoniyeka aramiyê dibexşî.

Ez kî me?

Ew demek bû xwedavenda befrê ture bûye, dibênijîm sehol ji difina min dipeşî. Li ber pencerê çavên min stêrik girtibûn li wan cembelolkên bi sivanda ve şor bûyine wekî şûr û xenceran.

Soba me tayeka girm girtibû û rûyên wê sor bibûn. Cama tezî serê difna min gest; çavên min wêvetir birin û ketine çavên şîn pora wê ya zer li ber bayê tezî sema dikir, xwe diqelast, nêçîrvaneka çespane dizane kengî biçe nêçîrê û nêçîra wê ya qerimî piyekê radike û yekî didane. Ezmanê xwe yê sor bi lêvên xwe ve dihîna û dibir bi nînokên xwe yên tûj gerdena xwe ya mîna befrê dixwerand. Hilma min ewrekî şelal li ser camê belav kiribû û tiliya min hind xîçik li ser nexişandibûn li gel dengê kuxika babê min ya westiyayî nêçîr û nêçîrvan jêk vekirin û her yek ji bo xwe bi layekê ve çû. Piştî ji pencerê dûr ketim, ew xîçkên tiliya min li ser camê kirine, dihatine xwandin, ez kî me?

* * *

Dîmenekê bizdiyayî ji filmekê xav

Davên zêrîn ji rojê dipeşîn, xunav û xwîsar li ser belgên pîvok û palîmoka dihulîsîn. Kurmê biharan li ser keviran dixişiyan, nîsanok û adarokan sema dikirin, kimkime li dûv yek dibezîn, ji dûr dengê mencelokên bêriya dihatin. Bêçiya mak dimêtin hinda li dor maka leyizok dikirin, li pêşiyê hogeç û qerteberan bi hevrik bûn sera belindîrên bedew, layê din guhdirêj, bi esmanî dikenî û zirna xwe lêdida.. Wêvetir Quto piyekê xwe rakiribû û dimîzte bi hêlîna tîtîkê ve. Li dumahîka keruyê pez, gopal di axê re çikilandibû û pişta xwe lê kiribû rik, sîngê xwe dabû rojê û çavekê xwe niqandibû û miz li qeluna xwe didan. Ji nişkekê ve hêj serê şimka wê negehiştiye gopalî vezeliya, ji wê kelê xwe havête ser û got: Min bo xwe ji van du gumbabokan.

* * *

Babelîsk

Berî bihême vê holê û vê çîrokê bixwînim. Li ber derî zenga telefona min lêda, jimareka neniyas hemû zîro, hêj min negotî Alo, got: Çarşembe û xweş çarşembe û hêl bizdiya, lerzekê ez girtim û tezînk bi ser leşê min de hatine xwarê. Ez ditirsim ew be! Ma dê ji wî pêve kî din be? Ez mabûm xwe nîşa nedayî, eve xwe nîşa min jî da.

Şêro digot: Min dît li ser kenarê derya spî li gel hindek horî yên ukraynî melevanî dikirin. Çawa ez ber pê çûm nuqek li xwe da û pêlên deryayê hawar kirin: Çarşembe û xweş çarşembe!

Hemûyan digot: Şêro li vê derê yê derewîn bû piştî çûye nav kafiran yê bûye kûşank.

Başe Şêro derew kir, ma xwe ne Xurşîdî jî derew dikirin? Demê dîtî di tirênê de şeva da ji Parîs diçe London, rihên wî yên seksokî çalka erzinka wî nixavtibûn xwe bi rojnamê ve mijûl dikir. Di bin berçavka re li min dinêrî, benîştê xwe dicû û bi min dibişkurî. Hêj min navê wî neanî û milê wî negijgijandî vagonê deng veda: Çarşembe û xweş çarşembe! Destê min weku birûsiyeka elektirîkê ji milê wê tezera dêmzêwanî verest piştî bi hêbetî ve gotê: Waww, ji şerm û sehman de pişt û pişt zivirîm, xwe min neşiya bibêjimê sorî!

Ez hêj yê ditirsim, çokên min yê vêk dikevin û paniyên min erdî nagirin, ne ku weku Evdê li min bihê roja çûye aşî li gundê fila, şeveder bûyî û maye li aqarî. Wê şevê berî bigehe pira biçûk bi tenê dengê şinebayê payîzê dihat li gel dengê henasa kurm û kêzan û ji nişka ve hêstira wî şehî û melisî axê. Reprepa piyên dawetiyan û dengê stiran û tilîliyan li bilindahiya kendalê Kevoşînka deng vedida, ewî kirî û nekirî destê wî negehişte paxla wî û kêra xwe bihîne derê û ew tiştên mela jê re gotin, ji zarokatiyê heta şêst saliyê hemû ji bîrê çûn û dawiyê rakirîne ya sivik: “Hoy borî borî borî, karwanê şêniyê borî”, ew bû serkêşê govendê û gotî: Hooo Evdo çarşembe û xweş çarşembe. Evdo nehiş ketî heta spêdê gundiyan rakirî û roj bo rojê li kêmiya dayî, tayên sar û germ hevrik bûn li ser leşê wî, her yekî tiştek digot. Yekî digot: Filan Mela niviştên yên wî yek û yekin yê din digot: Filan mezar pîroze. Ewa pîra çirç di qulaçê re digot: Kurê min ma hûn çima hind dûr diçin hema herin ser mezarê dayika wî. Li bîra we ye, bûka me ya mezin heft salan weku zelaman maye rast. Piştî çarşembekê em çûne ser mezarê wê, hêj sala wê bi dawî nehatî, xwedê kerem kir û cêmkekê kuran danê. We nedîtibû, belengazê çend zehmet pêve dîtibû, digotinê Xezal hindî sist û xav û gêjelok bû, zelamê wê bi leke ve digotê: Sirtê, êxsîrê ya dev sist bû hemû “sîn” dikirine “şîn”, gava stiran bi pêçolka xwe digot, digot: “hey mergê şirtê û babê şirtê gorî te bûyoo”, vêca gundiyan navê wê kiribû “Şirtê”. Her ez û ew pêk ve diçûne balava, ew dû roj bûn ji min dilmayî, sera dêlika terikî, digot: Ma me kûçik nînin heta ji kûçikê we yê dev erebî bihête bay, bû ya xirab wê çarşembê bi tenê çû balavê, piştî balava xwe raxistî û hêj serê wê di nav kefê re babelîsk rabû, binê wê erd û serê wê asman hemû tişt têk werpêçan û kirine pariyek û daqurtan, bi çal û çepka xwe gehande şurikê û çavên xwe ji kefê şûştin û bi xar û bez çû pêçolka xwe û ji binê piyan kire hewar: “kurê min hate guhorîn”.. Pişt û pişt direvî û her hawar dikir û careka din dihate hindavî pêçolkê û ji binê piyan gazî dikir: “heware gundîno, kurê min hate guhorîn!”, hindî li dor xwe dizivirî xwe tîtkeka patey jî nemabû xwe pê stare bike. Weku mirovên daristana rûs û xwas, destek li pêş û yek li paş çû gund. Dergehê mala me lêda, nize nizek dikir; derî veke ez xwîşka te Xezome, mala me wêran bû, kurê min hate guhorîn! Çawa min dergeh vekir ew teşabet min dît û min got: Eve pîrheviye roja nîvro hate me, ez ketim û min ageh ji xwe nema, gundî bi hewara me hatin û ewê xwe kiribû qurmik di qulaça tenûrê re û çokên xwe bi herdû destan bi zikê xwe ve şidandibûn û bijiyên wê yên wekî kehêla leşê wê nixavtibû û her digot: Min stare bikin, ez Şirtê me, ne pîrhevîme! Gundî bi hewarê çûn, kurê wê yê hatiye guhorîn, ya ji gundiyan hatî, hindek çiniyên nanî danane dormandorî pêçolkê û hişedarî lêkirin.. Sê şev û sê rojan li wê hêviyê bûn biçûkê xwe bibin û yê me bihînin. Piştî bê hêvî bûn hemûyan gotê: Rebenê eve qedera te ye, hema tu yê wan xwedan bike û ew jî dê yê te xwedan bikin, heger tu xwedan nekî, ew jî dê yê te bikujin. Te got: Çi zehmet pêve nebiribû. Rojekê min dît ya wekî darikan lêhatî, keçê kezîkurê, tu ya dimirî te hay ji xwe heye?

Rebenê got: Evî devbeşî ez xwarim gava çiçkî didimê xwe rihên qulincên min dimêje.

Hindî jê ditirsiya demê şîr didayê digotê: Şehmo, eve da bibêjê sehmo.. Vêca gundiyan navê wî kirine “Şehmo”, min got: Şîrê çêlê bidê, got: Ma ka dê ji kê derê bihînim? Di vî gundî de bi tenê ez û mahîna me bi şîrin. Min jî gotê: Hema şîrê mahînê bidê. Çend rojên pêşiyê mahînê rê nedayê heta li dawiyê bane bû, Şehmo nebû Şehmo, dikuxî, dikenî, dihelperijî, peblojank bû, bi çarlepikan erdek nedihêla sehma wî hîngê çû di serê gundî re. Demê bi qunxoşkê çûye ser hêlîvankê û hêkên mirîşka kurk bi qelpik ve xwarîn. Rabû piyan wekî keleşan derkete kolanan. Zarokên gundî kirine dubir. Sehma wî mezintir lêhat roja serê xwe kiriye di selemêşka mêşan de wekî hirçan û şanên hingivînî bi mêş ve xwarine û gulumiçkên mêşan bi ser û nav çavan ve. Hêj nebûye sinêle keçikan ji ber nediwêran biçine ser kaniya gund. Ser dizên deverê ji ber nediwêran lot bidin. Piştî roja da kerê begzade dixesînin, hindî xortên gundî hatîn û neşiyayin hevsarê kerî bigirin. Heta ew hatî û mistek li bêvilê day, ewe ji hîngê were ker zirî û di cih de sekitî. Çarşembekê li gel hevalan yariya berikê sar û germê dikir û dûv berikî de çû. Dîsa babelîsk rabû, binê wê erd û serê wê asman, hemû tişt têk werpêçan û kirine baloçik û daqurtand, ji hîngê were yê xeware bûye.

* * *

Ez ji kê?

Şevê din mala wan ji mêvanan vala bibû, bi tenê hindek mêvanên dargiran mabûn li dor koçkê wan êwirî bûn tivtiva wan bû qey te digot milên wan dê jêk bigirin. Palê xwe dabû balîfkekê temet kelexê xwe û dengek hêşta di guhan de dixewinî. Kurê min tu zelamî! Yê merd be, mêr be, guhê te li xwehên te û dayika te bin. Kurê min çavên xwe bide malên xwe, malên dinê şaxên mêrane. Hêrişkek hatê û lepê xwe yê biçûk gehandine çavên xwe. Dengê şerî li binê gundî xweş dihat, gund xetimî bû di nav bêhna kibrîtê de.. Ew serê mehekê bû gundiyan tama hêkan ji bîr kiribû. Etarok ji gundî dûr nediketin, li ber derê wan dû hevalên wî direvîn û li bayê bezê gotinê: Omer were tu ji me yî.

- Na ez ne ji we me, ez zelamim, dê biçime nav zelaman, ji îro wêve cihê min doşkê zelamane.

Di rê de yê dûdil bû; ez silav bikim yan ne! Wî çima silav nekim ma qey ez ne zelamim. Ne ku bi min bikenin! Ma dê çima bi min bikenin? Zelam hemû dibêjin selamueleykum.

Zelaman kozîdanka xwe girêdabûn serê hemûyan şor bûn li ber qey tu bibêjî wê nexşê cengeka mezin didanin. Şaşikên wan weku derê tenûrê li hev hatibûne yek. Lepê xwe yê biçûk li semta temeriya xwe bilind kir û bi dengê xwe yê zirav goo: Selameleykum.

Ji wê kozîdanka şaşikan bi tenê yekî serê xwe rakir û bersiv da: Elêkumeselam ya zire zelam.

Xwîna rûyên wî vereviya, henasa wî asan bû, çavên wan hemûyan li livîna wan berikane.. Ji nişkan ve dengê wî yê zirav ew bê dengiye şilqand:

- Mam Biro tu dikarî bibêjî kiş û siwar yek ji duduyan.

Ewê beramber Mam Biro hiltutirî weku kûçkekê dir nirî, pê xwe da berika her yek bi layekî ve virvirandin: Tu zarokî here nav zarokan ji xwe re henekan bike, mêşkê min ji van zarokan diteze evên dihêne nav dest û piyên zelaman û qesa vediguhêzin, filan ho got, bêhvan ho ve çû.

Guhên Seyid Hemo li pişt van zûrên ha dibelin. Pişt û pişt çû serê xwe xul kire nav milên xwe û lêva wî ya binî şor bû û li binçengan dida dixwast erd şeq bibe û di nav de xeware bibe. Tiştê jê hatî di dilê xwe de digot: Xwedê kerîme ji te re heta rojekê tu bihêye mala me, cewê, yan jî hêstirê bo cotî soz be tu bibiye pêpik tu nebeyî.

Li çepê zivirî jinikan civata xwe girê dabûn ewa qelewa zik li ber devî bi destekê baweşînk li gerdena xwe ya mîna xwîn û befrê dikir û bi destê din axa sera dikirand bi kenî ve digot: Ewe ketiye zikê min, ez ji axê hez dikim.

Ewa beramber stûmazulok û pêteşîk dêmê wê yê spî rava nexşê xwe li dêmê wê kirî bi nazikî ve digot: Ez ji şoratî hez dikim, mala me kewalek ji min re kirine qedîd, carina ez kûrmê xwe pê dişkênim.

Ewa qelew bi kenî ve digot: Ba qedîda me hejara axa serane.

Ji nişka ve dengê wî yê zirav ev duyalog bizdand: Fatê ka ji min re pîçek axê. Ewa ji pêr ve teşî di dest de serê wê wekî kulîka hiriya teşiya wê spî, weku dêledirka lê nirî. Kurê min tu zarokî here nav zarokan, ji xwe re henekan bike. Te û civata jinkan çi jêke, tu wesa serjinik, subehî wê li nava gund bi te deng bûka filanî ya bi tişte.

Serê xwe kire nav milê xwe û pişt û pişt ji koma jinikan dûr ket û rûyên wî weku kulîlka sor bûn û lêva wî ya binî şor bibû û dilerizî û di bin lêvan ve digot: Xwedê kerîme ji te re Zilfo tu dê her rojekê bihê mala me, hepkê tevnî, yan şeyê hiriyê, de bila soz be tu nebeyî.

Hilingift, daçemiya qedekî darî ji erdî hilîna û da nav lingên xwe û lîtkek li xwe da û sernişîv bû ber bi binê gund û xîçeka dirêj li dûv xwe hêla û gazî dikir ji dûr ve: Ez ji kê, ez ji kê?

Soro

Ew şeva yekê bû ji mal dûr ketim, li cihekê neniyas her çende ji mêje were min hizra vê rojê kiribû, hevalan digot: Zehmeta te her sê rojên pêşiyêne û piştî hîngê te nevê ji wê derê bihêyî. Şev qulipî bû û xew ji çavên min kûvî bibû. Ew cara siyê bû levenên di bin karîtan ve hijmartîn xwe niqiroskek nehate çavên min. Hizra min hemû ew bû subehî ez dê cara yekê wana bibêjim weku mamosta li xwandingeheka ez bi tenê lê rêveber, alîkar, mamosta û xizmetkar, heta ji vê gumanê qurtal bûyim, ketime di gumana kiravata xwe de, divê gelekê hişyar bim girêka wê nehête vekirin û pîskirin, paşî ez nizanim girêdim û dê bimînim wesa heta piştî heyvekê diçime mal.

Spêdê xwendekarên min, ji min bi şewqtir bûn, berî min li ber dergehî amade bibûn û dayikên wan li gel hatibûn, piştî çûne jûrê, jûreka lêkdayî bû. Bo xwedê bibêjim ji koçka mezinê gundî rêkûpêktir bû. Piştî du sê caran di navbera herdu rêzan de hatim û çûm, bi çavan min zanî hejmara xwendekarên min çendin. Min hizra xwe kir demê ez xwendekarî li vî jiyî. Ka mamosta çawa dihate jûr û çi reftar dikir. Min ji rêza ber dergehî dest pê kir û destê xwe dana ser gulîkên wê, nazdarê navê te çî ye? Û bi lez her wekî berî hîngê xwe amade kirî, got:

- Sorê Reşo Mirad

Min xwe çemande semta serê ewa bi rex ve, xatûnê navê te?

- Sorê Gewro

Min bi nazikî tiliyên xwe gehandine erzinka ewa li pişt wan û navê te?

- Sorê Şîno

Ez mame mendehoş, eve sê xwendekar û navê her sêyan “Sorê”, ji rengê kiravata min. Bi livîna çavan ewê li pişt keçika bi devekî sist ve got: So…. So…. Soro

Hêj navê xwe yê sêqolî bi dumahî neanî, ewê ji hemûyan mezintir li qulaçê, destê xwe bilind kir û got: Mamosta xwe mandî neke, navê me hemûyan Soro ye û her sê kiçik jî Sorê ne.

Pişt û pişt zivirîme bi nik textê reş ve û bi kenî ve min got: kiravata min jî ya sor e. Keniya min û xwendekaran li gel dengê keniya dayikên wan li pişt pencerê têkel bû.

Çend ez di nav rêzan da dihatim û diçûm, bi tiyekî çavî min berê xwe dida pencerê, her car serê yekê bilind dibû, wekî diza zû serê xwe nizim dikir. Çend rojek borîba pirsek di serê min de germtir dibû, lê min xwe qayil dikir, hêşta zûye. Ezê her zanim, lê ya ne xweş kesekî di jiyê min de di vî gundî de nebû, yan deh salan ji min mezintir bûn, yan biçûktir, bi tenê çend careka min xwe xweş kir li gel wê keçika spêdeyan nanê germ û mastî bo min dihîne, axavtinê li gel dirêj bikim, carekê min xwe wêrek kir û li navê wê nemame asê, min digot ew jî dê her Sorê be:

- Sorê min tu mandî kirî bi vê rêkê ve.

Kefîka xwe ya sor da ber devê xwe û rûyê xwe veguhast û bi kenî ve got: - Navê min Gulê ye, ma xwe ne eza sorim?

Min jî bi kenî ve bersiva wê da: Erê tu gula sorî.

Û min şûşa gulavê pêşkêş kir: Ha vê gulavê diyarî ji min wergire, tu gulî û da bêhna gulan ji te bihê.

Bi lez ji min wergirt û xwe havête ji der ve û li xwe zivirî, çav û birû û dev û lêv pêk ve dikenîn.

Çend rojek borîba ew pirse di serê min de mezintir dibû; aya nihêniya vî gundî li gel rengê sor çî ye? Ne bi tenê navên zarokên wan Soro ne, heta navê giyaneweran jî kirîne Soro. Ew roja mala he ez mêvan kirîme firavînê, seyê wan yê tembox mezin, kêlbên xwe qîç kirin û niriye min, xwedanî lê heytand: Ûrî soro. Her çende ew bi xwe yê reş belek bû. Ew kerê av bo min dikêşa, yê şînboz bû, xwedanî digotê: Şoş soro.

Sala xwandinê bi dumahî jî hat û hêj bersiva vê pirsê min nizanî. Demê min xatira xwe xwastî ji gundiyan, mezinê gundî pirs kir:

- Mamosta, dinyaye em bihêne bajêrî dê çawa bi ser mala we hilbîn?

- Rêya mala me geleka asane, ya li pişt nexweşxana mezin, hema tu bibêjî kê mala Soroyê mamosta, dê bibêje te, ewa heye.

Teşabet

Jixwe gundê me biçûk bû, lê bi hemû tiştên xwe ve dewlemend bû. Spêdehiya sêmfoniya bangê dîkilan û rewîna kûçikan mizgîniya vejînek nû dida.

Girika hevîrî ji destê çepê havête destê rastê û çingilê xwe gehande binê tenûrê, dêmê wê yê spî li ber têhna hilma agirî sor bibû, rûyê xwe veguhast, çavên wê ketin qulaçê beramber û lêvên wê livîn. Bihara mamikê nav bîstana bû, çûçik direvandin havîna li ser tehtê gola şîn û li bin sîbera Kendalê Kaviran dinivîst, payîzan şane û notirvanê ser bêderan bû. Zivistanan tenûra navenda gund mişemir nedikir û ev qulacê ha elankê wî bû. Ewî jî nedizanî kengî û çawa û çima hatiye gundê me?

Navê xwe jî nedizanî, navên wî pir bûn, ji navên xwedê pitir bûn, her yekî bi navekê gazî dikirê; Hupo, Hepo, Pixo, Kuço… Navê ji hemûyan pitir li wî xweş dihat demê yekî gazî dikirê “Şînko” û gelek dixeyidî çaxê Bêzarê gazî dikirê; “Kurê makera guh şor”.

Ji hîngê ta eynî ya borî kincekê nû li bedena xwe nekir, ji xwe piyên wî ji nalên dewara reqtir bûn, xwarineka germ li bin zarê wî neket, xursika tamê li cem nebû, gişt tam li cem wî tal bûn. Wî bi xwe digot: Rojek wê bihê ez weku hemû kesan bibim xwedan dû gav erd û xêrxwazek dê qerqedekê nû li ber min bike. Lê ev miraz jî bi cih nehat, ev bûn dû eynî û hêşta xuya nebû.

Erê jixwe gundê me biçûk bû, lê bi şevan dûkêl ji dû kuçka bilind dibû. Ew heyamek bû piste pist ji dûkêlî bilindtir dibû di navbera herdû kuçkan de heta aşkira bû ku Kinêya reben bi tişte. Gundî li hev cemiyan, yek û dûya xwe kirin, xwêy dixwarin û av bi serda nedikirin ta mele gotî: Mirovê dîn, li cem xwedê wek zaroyan azane. Mamostayê gund pêşniyaz kir divê bêhna gundiyan fireh be ta ev reben berê xwe dane, dê bi ser û sîmayê berê wê bizanin hevbarê vê gunehê kî ye. Kinêya bê zar û ziman û sefîh, ma wê çawa bizanin kê ev guneh kiriye.

Roj direvîn û şev dibezîn, gundî ji Kinê bi leztir bûn, şivanan pez li dûrî gund nedikir, cotyaran di ber dirûnê re stiran nedigotin, guhên wan di veçinî bûn ka kengî dê li danga gund bibe qulozên.

Hêj heftiyek mayî bo serê çilê havînê, gundî daciriyane derê mala babê Kinê. Zaroyan rê nedida mezinan û jinik bi xwe destûrdayî bûn biçine jûra Kinê, di nav wê quluzînê de wîq wîqa zaroyekê bilind bû, pîrek reviyan û gotin: Teşabete, teşabete.

Gişt reviyan, mele bang kir: Keçê we çi dît?

Pîrekê got: Yek ser hilk û xelek, lêv gij û poz feçer û ximximk beş, vêca hûn çi dibêjin? Zelamên gundê me hemû sor û spî ne, heta kûçik û kerên gundê me ne reş in.

Mele hizirek bir û yek anî, serê xwe hejand û got: Hebe nebe ev teşabet ji ecinaye. Piştî çendîn bisimilla pîrekê qumatik bilind kire pêş çavên mele û mele ji jorê derket bi herdû destan kirasê bedena xwe daquta û serê xwe bilind kir û got: Mirov bo xwedê bibêje ecne ji vê gunehê dûr in; çinku çavên wî weku yên mirovane.

Mamostayê gund berî bi jûr bikeve hizra payîza borî kir demê gund hatiye dorpêçkirin, li ser pê xwe zivirî, serê xwe kire nav milên xwe û bi dengek melûl got: Ew in, ma dê ji wan pêve kî din bin?…

* * *

Seredaneka Dereng

Kurê min xendxendoke, dermanê wê mîza zir kurane, pîrê jî bo xwedê hekîmeka entîke bû, her digot: Pîsî bi pîsî diçe, gelek caran dermanên wê ji zibilê dewaran bûn.

Nav kela wî sot, ber ranên wî germ bûn. Bi ser xwe ve hat. Kuro eve min çi kir?

Spêdê dê çi bibêjime xanima xwe, sera mîzê bebik kuşt, dê bo min çi bibêje?

Laheylel wela, ne hestiyên te jî yên bûne ax, evê nîv şevê hekîmiya xwe ji kê derê anî li min kire bela. Tiştê jê hatî wekî dizekî şareza xwe qelast û kurê xwe yê biçûk ji ber sîngê dayika wî rakir û dana ber sîngê xwe.

Xewa wî nahê, nivîn yên çivir bûyine, niqiroskek dihê û yek diçe, ji nişka ve asman hemû bû kevalek û dêmê hevalê wî tê de diyar kir, dikenî û digot: Hey kelmîzek hey, hey, hey xwe ve mîz.

Ew jî di zik de dikenî, xwedê jê razî, vê nîva şevê tu bo min ji kê derê hatî? Li gel bilindbûna keniya wî ya pengiyayî, xêzana wî hişiyar bû.

- Te xêre vê nîva şevê tu bi çi dikenî, te xewnek dîtiye?

- Çi nîne ez bi Pizo dikenim yê hatiye ber sîngê min û ez bi nivîn ve yê avdayim.

- Hey la bedîle kurt bi roj ezmanekê di devî de dê hema bi şev jî bibêje çizê.

Hêj qiralê xewê şanên mêşkê wî dagîr nekirîn, dengek di guhan de xewinî:

Were yariyan

Kutilkên kariyan

Berên berdeqaniyan

Mane li hefka kabaniyan

Xwe ji textî havêt û pêxwas çû dergehê qenterê, kolaneka pê pêjine û bê deng. Pişt û pişt zivirî, dergeh girt û pişta xwe dayê. Lêvên wî zuha bûn. Lêdanên dilê wî siwar bûn. Riha stûyê wî bilind bû. Herdu destên xwe kirine gulimçik û bi sîngê xwe venan; yarebî tu xêr bikî ev şeve goristanê ezê bo xwe kirîme armanc, ne ku ez bimirim, yan dîn bim, ma ne nîveka evên dîn, dinivin hişiyar û spêdê radibin dîn.

Spêdê zû ji mal derket û neçû ser karê xwe û ne kesê zanî ka bi çi ser çûye. Tirumbêla xwe li tanga gundê kevin hêla û bi pêngavên giran û bi sehim kolan kolan diçû, gehişte ber derê mala hevalê xwe û bi sê dengan gazî kir:

Were yariyan

Kutilkên kariyan

Berên berdeqaniyan

Mane li hefka kabaniyan

Kesê bersiv neda.

Û li çepê zivirî semta pencerîka jûra Hesenê dîn û bi sê dengan gazî kir:

Hesen moçke!

Hesen jî bersiv neda.

Gehişte kolana teng, tiliya xwe dana ser zimanê xwe fîtiyek veda û daçemiya berkekê û bilind havêt; dê here Feho tu ji di wextê xwe de Fehîma bûyî. Borî gorepana pişta gundî, tiliyên piyê xwe yê çepê ji pişt ve kirine di nav tiliyên destên xwe yê rastê û bi îşqekê dewrek veda:

Yasîn were berdeqê, ez qebê te dixwazim.

Vepeşiya û tî û tî çû, destê xwe da ber xwe, piştî mûyên spî li pişta destê xwe dîtîn ji nû zanî ne wextê wî û yariyane.

Sernişîv bû bo ber bi çeman. Bi rê ve çavên xwe digêran, ne wekî cara xoxek ji barê rezvanekê ketiye û ne hirmîkek. Hindî nêzîkî devê gelî dibû hewayekê fênik dihat, lê ne bêhna pûngî dihat wekî caran û ne jî dengê avê. Hemû tişt yên hatîne guhorîn wekî mûyên pişta destên wî.

Piştî hilkehilkê wekî peykerekê ma cuhnî û destên xwe serevraz kirin û lêvên wî livîn: Hooo eve goristan çenda mezin bûye, eve vî xelkî çi kar nînin ji bilî mirinê pêve, heger wesa be heta du salên din ev herdu zûre jî têra nakin!

Mîna serokkomarekê li ser berika sor bi pêngavên giran û pîvayî hêdî hêdî çû ber kêliyekê û mîna hêştirekê di sê gehan re nixiya û xwe çemand û rûnişte ber serî. Piştî bêhnekê ji bêdengiyê got: Bibore keko tu çi bibêjî mafê te ye, bawer bike ez ne berpirsim, ne bazirganekî hefk stûr. Ez rêncberekê bi heft karanim, spêdê dikime şev û şevê dibizdînim da spêdê naneka germ li ser mêdeka xwe bibînim. Ez dizanim eve ne bihaneye, ma bo te çi bibêjim; Girê Balyoz yê bûye gîfikê egal û postalan. Kerkûk nemaye Qudis û dilê Kurdistanê, dibêjnê Iraqa biçûk.. Ez dizanim tu jî wekî min yê ji siyasetê bêzar bûyî. Tu dizanî Xezê keziya spî li malbabê vehandî û Fehê heta vê gavê du caran ya şûkirî. Bo te çi bibêjim gundê me yê bûye cîhaneka mezin, Eloyê şivan spêdê taştê li Biruksil dixwe û firavînê li Emistirdam û şevbêriya xwe dibe nav tezerên Parîs.

Bo te çi bibêjim keko, bîra te dihê min hemû dema dişiya te, li xwandingehê mamostayî tu dihêla li ser piyekê û çepikan bo min lêdidan, dikana Xatûnka Goyî dilop dikirin, kê ban digêra û kê rehet luqme dadiqurtand, bîra te dihêt li kolana teng kê sîngê Fehê digemirand û kê li serê kolanê zêrevanî dikir û qurç li gewriya xwe didan.. Keko min hemû dema dişiya te, şevên havîna li taxê qereça min ber di kuleyên jinikan wer dikirin û spêdê muxtarî li kirasê xwe dida û digot: Hewar ez bo xwe ji ber Yaso birevime kê derê. Ne jixwe keko min hemû dema dişiya te, lê vê carê te ez ji qurm kirim, tu şehîd bûyî û ez mam..

Ezê bimirim û tu namirî.

* Ev çîroke diyarî ye bo hevalê zarokîniya min şehîd Yasîn Îbrahîm Şerefanî yê li 13/05/1984-ê hatiye girtin li ser sinorê Suryê û li 01/04/1985-ê li gel diwazde hevalan li Bexda hatine sêdaredan.

Gendel Efendî

Çavên hemûyan li devê wî bû, çawa bi rehwanî peyv saz dikirin pêk ve petrome dikirin û peyvek ji hemûyan pitir dubare dikir. Gava digot: Gendelî gewriya wî xirîte dibû û bi kotekî qurça xwe dadwîra. Lêvên wî zuha bibûn û herdû kujiyên lêvên wî kefeka spî wekî nîvişkê derya girtibûn û digot:

Gendelî ne ji rewiştê gelê me ye, belku diyardeka biyaniye li gel ereban hatiye nav civakê me; çinku ereb milleteke li ser talan û rêgirî û diz û cerdeyê dijiya.. Ma enfal anku çi? Her wesa Osmaniyan jî xemsarî nekiriye di ve warî de bi rêya bac, xûk, tapo, zêreser û qemçûrê.”

Ev gotara he digot li gel rîtma zingezinga bazin û xirxira gokên hicolên xanima xwe, te digot ev mirove bi tenê bese bo sîngirtina hemû gendelên cîhanê.

Kurê wî yê biçûk bi jor ket, destê xwe di stûyê wî aland û got: Bab ma bexşîna me nehatiye? Ne te gotibû bila bexşîna vê mehê bihê, ez dê bo te kompîterekî bikirim, ne te bo jûrên hemûyan yên kirîne, bes ez yê mayime.

- Kurê min hêj heyv bi nîvî nebûye.

Berê xwe veguhast bi nik wê pîrejina bi rex xanima xwe ve:

- Heciya, min telefona dadwerî kir û ciwamêrî xatira me girt, şûna heft salan, neviyê te pênc salan bi tenê hate sizadan, zîndana wan geleka xweşe, dibêjnê cihê çaksaziyê û sal jî xweş diborin, dê bo xwe aqilekî bigire da çi carên din LMB yên xelkî nedize.. Ma LMB ber diziyê dikevin?!

Na wela kurê min, ma me çi hay lê hebû, bo xwe dabûne bi mot û mêjmêjok.

Cigareka temet çûvî û qehweyî wekî boyaxa pora xwe kire nav lêvên xwe û agir berdayê. Rûyê xwe veguhaste bi nik wî zelamê efendî ewê bi rex ve. Bi keniyeka hîlebaz û stû xulkirineka lêbokî ve got: Tu dizanî hevalê te fîle zelame, ez çûme nivîsîngeha wî, du destên cilkên ingilîzî û du pêlavên îtalî û çar pênc gomlek û kiravên ferensî kirine di pişta tirumbêlê de.

Hevalê wî xwe piş kir, henaseka kurt hilkêşa û got:

- Ez têkiliya zelaman dikim!!

Li gel van peyvan zenga telefona wî lêda:

- Belê, baştir, tu dizanî, ma tiştek heye û ez xwe pê bikim û bi cih nehêt.. Raste em hewcey bêhnvedanekêne, çavên me tarî bûn bi kaxez û îmza ve.. Geryaneka du sê hefteyî saz bike hema heta Stenbolê. Ez dê li benda telefona te bim.. By.

Rojanên Miriyekê

Mirin reşekî tirsnake, hemû zîndewer ji mirinê ditirsin. Ne bes ditirsin, gava navê wê dihê dilerizin, mirov navê wê dihîne mûyên leşê mirovî zîq dibin, zû zû dibêjin ji dûrî vê derê. Ez jî wekî hemû mirovan ji mirinê ditirsiyam, hêj ez zaro, sehma wê di mêjkê min de bû. Gilwazekî niviştî û bazbendan wekî derecedarekî leşkerî bi milê min û pistûyê min ve dihejiyan. Wê roja min xwe di avê xistî û ketime di gerê de ew mabû ez bixenikim, dayika min du şûmkên balava li kemaxên min dan û got:

- Hey tu gorî wan niviştî û bazbenda bûyoo, bi xwedê ew neban niha te jî ser urê te ax û ber ban, çavên te li niviştî û bazbendên te be. Gava Seyid hate gundî ezê bibêjimê bazbendeka mezin bo te çêbike, dê golikê reş bidimê, ma qey ew niviştî û bazbendên bi milê te ve beyhude hatine? Bi serê te her yekê kavirek di şûn de çûye.

Demê gundiyekî me dimir zaro jî li gel mezinan diçûne goristanê, bi tenê ez dimam min ne diwêra biçim li gel wan. Gava ji goristanê vedigeriyan ji min re digotin çawa tirba wî kolan û çawa kelexê mirî kirine tê de û çawa ax kirine ser leşê wî, hêbetî dimam û guhên min dimane veçinî û devê min ji tirsa beş dibû. Bi şev ji binê piyan min dikire hewar di xew de dayika min û pîra min da serê min bi sîngê xwe ve bişidînin û hind pis pis dikirin û carina pif dikirine ser û nav çavên min û kitêbek mezin dixistin bin balgeha min. Ez gelek ji mirinê û goristanan ditirsiyam, êvariyên îniya dayik û xuhên miriyan diçûne ser goran û li ser digiriyan bi mist û kulman li xwe dixistin, keziyên xwe dikêşan, zarok li dor wan diêwirîn şekirok û mêwîj didan wan, tenê ez ji tirsan de nediçûm. Gundê me biçûk bû, hemûyan çîroka tirsa min û goristanê dizanî, ew pîrekên ji goristanê vedigeriyan bara min ji şekirok û şirînahiya di rêya xwe de dihanîne mal.

Erê mirinê tu çenda bi tirsî?! Hûn hemû ji mirinê ditirsin? Derewan nekin hûn ditirsin, ev navdar, hunermendên mezin, dewlemend û zana demê xwe dikûjin, ew ji mêj de mirî bûn, ne wan xwe kûşt, lê ew mirî bûn.

Ez ji we re bibêjim mirin pir xweşe; ez mirîme û dizanim mirin çi lezete, ger hûn bizanin çend xweşe hûn hemû dê evro berî sube li mirinê bigerin. Çinku kes weku min ji mirinê neditirsiya, bawer bikin ez poşmanê rojên saxiya xwe me. Bi tenê nexweşiya mirinê ew hurdemê gava ruh ji ser leşê mirovan kel dihêt. Ax mirin tu çi lezetî!

Berî ez bimirim min gote zarokên xwe, ji kevin de min ji bajêr û jiyana bajêrvaniyê hez dikir, min bi saxiya xwe neşiya li bajêran bijîm, dixwazim di mirina xwe de li bajêrî bim, min li goristana bajêrî veşêrin; çinku her kes dişê li goristana bajêrî bihête veşartin, tiştê baş li welatê me, çi gor bi kirê nînin.. Bi saxiya xwe min kiriya jûreka bajêrî nebû ma qey di mirina xwe de jî min maf nabe li goristana bajêr bihême veşartin.

Demekî da leşê min tev giran bû, xwîn di rihên leşê min de hişk bû, henasa min qut bû, min hest bi sermayê kir, êdî hindî di hewşa me de bû qoluzên, min ageh ji leşê xwe nema bi tenê guhê min zal bûn li ser hemû hestên din, hind digirîn, hindan bi min digot, hindan çakiyên min digotin, hindan digot çi merdemêr bû.. Keniya min dihat, di hemû jiyana xwe de min pariyek nan nedabû çi kesan, xuha min ya mezin pora xwe dikêşa û digot: Birawo, simbêlreşo, çavbeleko, dêmpano, bejinzaravo, dîsa keniya min dihat; çinku wê jî derew dikirin, simbêlên min boz bûn, min bi reşî boyax dikir, dêmê min ne yê pan bû ez şewî dirêj bûm, keniya min gelek bi peyva bejnziravo dihat; çinku hêj ez zarok, ez qelew û kin bûm. Ez bi xwe dikenîm û min digote xwe, kuro min nedizanî ez hinde ciwan û xweşik bûm, di saxiya xwe de min nediwêra li gel keçikekê biaxivim, min digot ezî kirêtim ne ku bi min razî nebin.

Dilê min gelek bi zarokên min şewitî, giriyeka melûl û diljan dikirin, du caran min da xwe rabim bibêjimê negirîn berxên min negirîn, lê min nekarî, bi dengekî bilind gote wan, kurê min negirîn we kezeba min şewitand, lê neherê ew hindî din digiriyan, wextekê ez rakirim da min bişûn û kefen bikin, kurê min yê biçûk xwe ji destên hindekan anî der û ji wê kelê xwe avête ser sînga min û herdu destên xwe yên biçûk li stûyê min alandin û bi lêvên xwe yê tenik rûyê min alastin. Wê delîvê ez jî giriyam, min herdu destên xwe qij kirin ku wî bi sîngê xwe ve hembêz bikim, lê neherê ew ji kî ve, destên min ji cih nelivîn. Rondikên wî sê rêzî bi rûyê min de hatine xwarê, min ji wê kelê lêvên xwe avêtine rûyê wî da bihilmirîsim, neherê lêvên min jî nelivîn, Mela av bi min de kir da min bişû, hindî min lê kire qêrî kuro rûyê min neşû bila ew rondikên kurê min bi rûyê min ve bimînin da her bêhna wî bihête min, neherê wî ji ji ber kincên min yên kevin çi ageh ji xwe nemabû. Hemû leşê min şûşt tişta ji min hatî min gotê, xwedê ji te razî nebe. Çaran kelexê min rakir û kirine di pişta tirumblekê de, qêrî û qulozên diçûne ber asmanan, di rê de, weku şirîteka sînemayê ji rojbûna min heta vê delîva ez tê de, hate pêş çavên min. Min çi gunehên wesa mezin nekiribûn ku ez ji paşeroja xwe bitirsim. Yekser min hizra huriya kir, xwarinên xweş û avahiyekî xweşik ne gelekî mezin bi tenê weku yê xizmetkarê berpirsekî niho, hest bi aramiyeka mezin kir û di dilê xwe de got piştî oxireka dirêj û havîbûneka dijwar gehiştime qonaxa xwe yê dawiyê. Li goristanê komeka zelaman tirba min dikolan û gelek birên zelaman şeş şeş û heft heft li nav goran belave bibûn û hemûyan behsê min dikir. Ciwamêrekî min diniyasî gelek ketibû xema min û bi saxiya xwe çi caran ez wesa pêre negeriyabûm û ne çi qencî lêkiribûn, digot: Xwedê ji te razî be welahî di zarokîniya xwe de heta tu çûyî, tu xweş mirov bûyî, îşella poşîmanî vê dinê nebî.

Kûçikbabekî min gelek çakî li gel kiribûn, her gava terazwa wî  xwar biba, hewara xwe digehande min, ewa bi min ve hatiba min bo dikir, hêdî digote hevalekî xwe, kuro xwe gelek mezin dikir, bila wêvetir biçe. Lê hevalê wî ji wî ciwamêrtir bû, gotê mal mîrat heger ewî xwe mezin dikir, ma kî ji wî ruhsiviktir hebû di vî gundî de.

Kûçikbabekî din min rojekê li bajêrî dît kincên leşkeriyê li berbûn, ew du meh bûn nehatiye desturê ji ber nepêgîr bû, xistibûn nav zîndana leşkerî, bê pere mabû, xwe avête min wekî kûçkek xwediyê xwe dibîne, min jî bi çîroka wî zanîbû, got ez bê pere me, heger tu bîst dînaran bidî min, ezê li mal bidime te. Min dest da berûka şelê xwe û bîst dînar dane dest, ew pere min bi xwe re biribûn da ji zaroyan re televziyonekê bikirim. Êdî ne min gotê ka perê min, ne wî dane min û min şerm jî dikir rojekî qala wan pereyan bikim. Hûn dizanin wî kûçikbabî çi digot li ser tirba min?! Bi dengekî bilind digot: Rojekê min hezar dînar dabûne rehmetî, gelî mirovan, pênc sed dînar li gerdena wî aza bin û pênc sed dînarên din çi gava zarokên wî pê çêbû bidine min başe û ez bi xwe nabêjmê heta ew bi xwe dihînin. Ez gelek ture bûm, min da xwe ku rabim, çavên min tarî bûn, hindî min hawar kir. Kûçikbab perên min li te ne, yan yên te li min in?!… Neherê dengê min ji devê min derneket. Tişta ji min hatî min di dilê xwe de got: Mergê te sê caran, heta tu dimirî û dihêye ber lepê min, de soz be ez meşka te bikêm.

Piştî gotina kûçikbabî hemû çûn ez mame di heyfa gotina wî de, yaro xwezî berî mirinê min ya di dilê xwe de li gel te kiriba, hey bê wijdan ma hema ez mirim tu dê navê min tewzînî û bêbextiyê li min bikî?

Piştî vê çîrokê min biryar da ez êdî dilnazik nebim, raste li ser dinyayê sawîlke bûm lê soz be ji vêrê û pêve ez lêba xwe li babê xwe bikim.

Wextekî min zanî dinya bû şev, gurdegurda hindek mirovan bi nik min ve hat, min zanî eve ew miriyên berî min in. Hindek ji wan ew du melyon sal in mirîne, hemûyan pirsa mirovên xwe dikir, ka kî çi dike rewşa wan çawane. Hindekan jî pirsa rewşa dinyayê dikir, min xwe lal kir û bersiva kesê neda. Heta baş bo wan bikime meraq, piştî çîroka qenciya xwe, min soz da ez êdî tiliya xwe nekime di çavên yekê de bê beramber, ji wan miriyan yekî qelew bilind heçku tu bibêjî ew mezinê van miriyane, got:

- Kuro wer in eve diyar e yê lale.

Min gotê taze biaxive hema tu yê lalî nebêje eve mirî ye!

Bo xwedê bibêjim ciwamêrî ya kêm dagêra û got:

- Bira ma bo çi tu xwe ture dikî, ne min çi ya xirab negotiye eve demeke hinde li gel te diaxivin tu çi bersivan nadî.

- Ma ez dişêm bersiva van hemû miriyan bidim? Paşê çi bersiv belaş nînin?

Kenî û got, hema da cara yekê bibêjî.

- Bersiva her pirsa yekê ji we bidim beramber xêreka xwe hûn dê bidine min.

Hemûyan got, baş e.

Min gote wan; ezê westiyayime xwe bikine rêz û yek û xêra xwe bihînin û dane ber serê min û bersiva xwe wergirin.

Pîrejinka pişt qof li pêşiya hemûyan hat û got; eve xêra min û pirsa min jî ewe ka zelamê min, piştî min jinek ser min aniye piştî ez mirim?

Piştî min zanî ji kîjan malêye û zelamê wê jî min baş diniyasî hêj çilkawê bi dawî nehatî jinkeka hevde salî bo xwe anîbû û bireka zarokan jî jê hebûn. Min jî ya rast bo got, belengazê ji kerba de vepeşiya û jor de bi erdî ket û got: Heyla bê wijdan ma ne te digot piştî te mara jinan li min heram be.

Zarokekî heft salî xêreka mezin bi dest xwe girtibû û bi nik min ve hat û xêra xwe dana û got: Tu nizanî deyik û babên min û xwîşk û birayên min zivirîne yan ne? Min gotê tu kurê kêyî û babê te çûbû kê derê? Bersiv da: Min li mala xalê xwe dixwand li bajêrî, berî tirombêl li min bide bi heftiyekê, xêzana me li gel ewên hatîne enfalkirin…..

Çavên min tejî rondik bûn û da bersîngê xwe û min nediviya dilê wî nexweş bikim, her çende derew gunehe û li vê derê mirov pêdivî bi xêra heye, lê min derew lêkir û neviya dilê wî nexweş bikim. Min xêra wî û pîrejinê jî dane vê û gotê hema piştî tu mirî bi heftiyekê babê te û hemû mirovên we hatine mal û heger tu bawer jî nekî berî bimirim bi du rojan min û babê te pêk ve firavîn li mala we xwar. Ji kêfa de tejî çavan rondik bûn û got ma Bîbo mezin bûye? Dîsa çavên min tejî rondik bûn û bi bişkurîn ve gotê erê kolîja nojdariyê ya xilaskirî û van rojan dê dehweta wî bikin.

Ew çû keçikeka pazde salî hat û got ez te diniyasim tu jî min diniyasî eza bêguneh bûm mirovên min ez kuştim xalîxerez û ewan dizanî jî eza bê guneh bûm. Lê ez gorî şerma xwe kirim, pirsa min ewe, piştî mirina min xelkî dizanî ez keçim û min çi dehmenpîsî nekiriye? Min bersiva wê bi parçe hozanekê da ewa hatiye belavekirin di rojnamê de û kiriye diyarî bo yasa (şûştina namûsê).. Çavên wê jî tejî rondik bûn, berî biçe hindek pirt û mirtên xêra min hebûn ew jî dane wê û gotê tu bi xêr biçî.

Yekî çav pêl destê xwe li pêşiya xwe girtibû, hêdî hêdî xwe nêzîkî min dikir û xwe bişkurand û got: Xêrekê bide min! Ez li xwe zivirîm, guneheka ji hemûyan mezintir min tê wer kir, bo çi bi binê guhê wî neket, tî û tî bi erdî ket û rabû û bazda û li xwe zivirî: Ma tu xêran nadî, çima gunehan li min wer dikî?

Du zelaman yekî qop ji herdu dest û piyan û tejî birîn li navçavan û yekî din dûv re dihat û xêreka mezin dana bin serê min û rûnişt. Hêj min negotiyê tu bi xêr hatî, got: Ez şehîdê welatim û li şerê li gel Kesenefon de li tanga çiyayê Bêxêr şehîd bûme. Pirsa min jî ewe mîrnişînên kurdan bûyine yek, yan hêşta sê berekiye di nav wan de. Mame guhşî û neşiyam çi bersivan bidim. Ture bû û gote hevalên xwe min rakin bibine ser cihê min, hindî min gotê xêra xwe bibe min çi bersiv nedane te. Xwe li min nezivirî jî.

Zelamekî sere, hat ji gewdê wî min zanî eve kevne axayekî hefk stûre, got: Min gelek dirav û milk li dûv xwe hêla bûn, mayine û kurên min çi dikin? Min gotê tu bo çi destvala hatî ka xêra te? Got: Em fêr nebûne çi caran bibêjin ha, em her dibêjin ka? Ma tu li hêviya bersivê be? Piştî bê hêvî bûye çû pirtkeka xêrê hebû ew jî dana ber serê min. Min bersiva wî da: Kurê te yê mezin endamê perlemanê welatiye û yê biçûk rêveberekê giştiye û te çi din divê?

Yekî reştele û zirav û dirêj hat komeka pîremêran bi dûv ve bûn hemûyan digotê seyda û libeka kurdî nedizanî, got: Ez leşkirê hêzên bisilmanan bûm, piştî me ev devere dagîrkirî di şerekî de hatime kuştin, pirsa min ewe sinorê dewleta erebî heta kê derê çûye? Min gotê: Bibore ez erebî nizanim û çi ji cografyê û etlesan nizanim, bersiva te li cem min nîne.

Min gote xwe da ez jî bo xwe du pirsan bikim ma ezê her bersivan bidim. Pirsa min ya yekê hemû bi min kenîn çawa min gote wan hûn çi ji huriya dizanin?!.. Bû tîqtîqa wan û pirt û belave bûn û ez hêlame bi tenê, bêyî bersiva min bidin.


Şeva Firîşte Revîn

Ew heyamek bû li kosera xanî xwe mijûl dikir. Bi kêrê darek tûj dikir û hindek caran serê tûj di axê re diçikland. Zeriyên gundî birbire di ber re diburîn, cerkên avê li ser milî, serê wan wekî tepka û bêhna hinayê jê difirî. Di bin zendên spî re lê dinêrîn û pê dibişkurîn. Jixwe gava zelamek di ber re burîba, ji dûr ve didanên wî qîç dikirin, berî silavê digotinê: Divê tu wê şevê serê me bilind bikî.

Ewî jî bi serhejandinê bersiva wan dida, lê ewê çepexwar û devgilîz çi hal nedidayê, rojê heft caran da milê wî digirt û vegijgijîne û bibêjê: Divê tu wê şevê serê me bilind bikî û ya din xema birayê te, soz be ez asmanî bikime agir, xwe firîşte ji asmanê heftê birevin. Hindî serê wî ji van peyvan diêşa êdî bersiva wî nedida û gava bersiva wî daba jî, da bi tureyî bibêjê ka tu naçî?

Jixwe ewê simbêlboz û zikşûr, gopalî dide ber xwe û ji dûr ve dibêje: Ka tu çi dixwî? Tu kakilên gûz û bahîvan dixwî? Tu mêwîj û ketikên hejîran dixwî? Hingivîn başe! Hingivînî bixwe. Her car sêmînara xwe bi van peyvan bi dawî dihîna: Divê tu wê şevê şêrbî tu serê me bilind bikî, hîç carekê vê malê serê xwe li ber me nerakiriye. Piştî ew diçû dikete diherfîn û nijnînê de, wekî her kesekî ewî jî xewn bi wê şevê ve didîtin, lê sêmînarên tera û bera, ev şeve li dev wî kiribû kabosekî tirsnak, wesa hizir dikir yê li ber dadgehê û li jivanê biryara dadwerî.

Wê heftiyê gundî hemû mijûl bûn, hizra xwe û mêvanên xwe dikirin, ew du şev bûn tolazên gundî, paniyên piyên xwe mehandîn bi govend û semayê ve, zerî ya dengê xwe êxistbû bi stiran û tilîliya ve, hulka zirnabêjane dû govend di gundî de pêşwext karên xwe kiribûn, deholên diryay û şkestî amade kiribûn, pîkên zirnayê zelal kiribûn. Çend gulleyek yan tilîliyek ji serê gundî verest ban, gewriyên bîst tivengan û bîst zeriyan pêk ve li binê gundî dariyan, êvarî wekî xwe pêşandanek mezin dehweta binê gundî qulpî ne hewşa mala cîranê zava, pîrejina malê xwe lengand û çû pêşiya zavayî û cerkek li ber piyan da, ji wê wêvetir bûka wê siwarkî di cih de sema dikir, her destekê wê kevçikekî darî û heskûyek tê de bûn. Tolazên zir şerm ji cih qît kirinê û heskû û kevçik ji dest anîne der û şkandin. Zirnebêjî alekên xwe werimandibûn wekî paxlên xwe ji şabaşa, zarokan sera qalpikên fîşekan stumilkêşkanê di nav tozê de dikirin. Jinikan wîqwîqa wan bû bi herdu destan guhên xwe girtibûn ji ber qupqupa tivengan. Hêj sifre ji ber zava û mêvanan nerakirî, yekê tîlezer wekî marên siwara xwe derî quta û destên xwe dane milbenî û li bin çengan dida. Devê xwe bire bin guhê ewê runiştî li ber derî li ser pêlavan û pistepistek kir, ewî jî devê xwe bir guhê ewê bi rex xwe vena û lêvên wî livîn. Ewî bo yê din heta gehişte serê koçkê, ewê bi rex zava ve û ewir li ser çavî û ji hemûyan bi kelextir, wekî mîrê ecina destên xwe di bin ranên zava re birin û xwe li derî da. Negehiştin li qentera hewşê bizivirin, duyan pişta xwe kire pira û zava di ser dîwarî re bilind kirin, heftan li layê din xwe tê wer kirin û birine xwarê, ewê ewir li ser çavî, zava bire jûra wî û gotê!: Ne ku tu biçî çîrokan bibêjî zû derkeve, gote dehan herine serbanî gava min gote we dê, asmanî bikine agir, ji bîstan pitir di hewşê de belave bûn, pêk ve sirmên tivenga anîne xwar, zava li ber dîwarî dilerizî hest bi sermayeka mezin dikir, bûkê erzinka xwe bi stûyê xwe ve nûsandibû û bi tiyekê çavî di bin xêliya gulerî ve lê dinêrî. Piştî demekê bûk ji zava bê hêvî bû, gulerî ji ser çavên xwe bilind kir û gotê: Ez xidama ber lingên te, da ez pêlavên te bêxim. Hêj kita pêlavê ne êxistî, ewên li ser banî, paniyên xwe li banî dan! Derenge çi li te hat? Toza kevnar di nav hêsîl û şeqlan re weşandine ser serê bûk û zava. Ewê devgilîz çavên wî li mîlên demjimêrê bû, ewê simbêlboz bi livîna tiliyan gotê çend xulek burîn? Ewî jî bi zimanê ker û lalan bersiva wî da heft tiliyên xwe livandin, ewê ewir li ser çavî pişta tiliyên xwe yên pir mû bi tureyî ve li dergehî dan. Eve çi li te hat? Xwe ne tu çûyî çîrokan bibêjî?

Di pistûyê zava re girt, her wekî gurgekî har di sitûyê kewaleka lexer digirt, dûv xwe re rakêşa û bire bin tûya hewşê. Ava denî li wê şeva çiriya duyê bi serî da kir û li gel her tirarekî çepolek li patikê dida, te divê tu teniyê dirûyê me bidî? Careka din dibire jûra wî, reprepa piyên ewên li serbanî nivînên şil kirine herî. Hêj şev bi nîvî nebûye, ew cara heftê bû dirakêşane bin dara tuyê û ava tezî pêda dikirin. Ewê simbêlboz bi tureyî ve gotê: Mal kembax ma te divê tu serê me şor bikî, te xêre, tu vê şevê wesa benc bûyî! Ne min digot gamêşek xwe di bin te ve nagire, min digote te şirînahiyê bixwe, wekî lêbûka bi min dikenî, bîstan pişta xwe dabûne dîwarî, destên wan ser evraz bûn û gotin ya xweda serek li ser me xêr, hina digot mewlûdek xêr, yê wa berî yê me dernekeve. Ewê simbêlboz careka din lê zivirî, serê gopalê xwe gehande leşê wî yê çirmisî: Mal mîrat ma tu ne zelamî tu vê şevê wesa goç bûyî wellehî ez bama bi vê pîratiyê ve niha min deh caran…… Axavtina xwe ya din daqurtand. Li gel vê peyvê şerîteka gulleyên agirî li serê gundî asman ron kir û dengê dawetiya bilind bû. Ewê ewir li ser çavî ve peşiya û pişt û pişt bi erdî ket û nehiş bû. Ewê çepexwar fîşek bire ber demancê û got: Min berdin da ez evî sergolik bikujim ma saxbûna wî bo çi ye?

Ewê simbêlboz rûnişte bin darê û bi herdu destan tep li serê xwe didan, zava rût û xwas wekî dîkilkên ber baranê dilerizî, kilîl, rondik û gilîz ji çav, difin û devî şor bûn, ji wê ve deyika wî hat ji binê piyan kire hewar: We kurê min bizdand, ma xwe ne xelk vê dihîne serê xelkî. Serê xwe dana ser milê dayika xwe û bi herdu destan stûyê wê şidand. Dadê bela van gawiran ji min veke, ez naçime jûra he, ezê li ber sîngê te binivim ev şeve.

Şeveka birsî

û

Naneka tirsî

Bêhna nanê sotî ximximkên wî maliq kiribûn, sîh şemalikên vemirî li mêzê pan bibûn. Şûnkefa spî bi gilasî ve ya xûya bû. Tiliya xwe li xwelîdankê digêra, li bikekê cigaran digeriya, xursik û hezên wî pena biribû wêneyekê rût bi dîwarekî şihgirtî ve.

Dengekî borborî ji der ve gotê: Ma heta kengî tu dê hişyar bî? Bi kotekî çavên xwe rakirin û di bin lêvan ve got: Ezê hatime dinê nivîstî û dê bar bikim nivîstî.. Bibêje tu dê kengî hişyar bî.

Oxir

Wê şevê tu û ew bi hev re bûn. Te çi digot ew dikenî, wî çi digot tu dikenî, spêdê rabûyî tu bi tenê û ewê ya oxir kirî û negotiye te bi xatira te û negirî.

Hêstir

Mahîneka ciwan û bijî şor û tefqî, koşa xwe de kerekî guhşor û ker jî ji çiçkê maka xwe nabore, xwedê xefis lêkir. Têjikek dayê hêstireka milpan ne bizê û ne çi jê bihê, barê wê giran û berê wê kete çiyayan.

Xwebayî

Çekçekûle firindeyek ji hemû firindeyan dengxweştir, pernexşîn û ciwantir bû, bilbilan ji ber wî şerm dikir awazan bixwînin, tawisan ji ber wî xwe vedişart. Demê çêreyê ji şermên şewqa wî de rojê xwe xeware dikir, ewî jî hest bi xwebayî û girankirinê dikir. Xwedê xefs lêkir, kire misteka çermî û hestî û hutim, ji hîngê were ketiye kunc û nawiskên tarî û li gel balindeyan firî.

Maç

Şevekê xew ji çavên te kûvî bûbû, te dikir û nedikir niqirosk nedihate çavên te. Tu mabûye di rêka nêçîrvaneka fêlbaz de, piştî ji nêçîrê zivirî westiyayî. Te gotê tu bi serê babê xwe, ka maçekê.

Gote te: Here tu biçûkî, dê çavên te kul bin!

Ewe ji hîngê were tu ji maçan tirsiyayî.

Mirov

Mirov li gel sruştî bi hevrik bû, bend çêdikirin, derya dêm dikirin, çiya kun dikirin, mijûl bûn bêvelerzan ragirin û volkana veguhêzine Merîxê, siruşt pê kenî û gotê eve ji te re sisê: AIDS, persîva balindeyan û şêtbûna çêlan.

Peyker

Hunermendekî hinêrbend kevirek ji çiya anî, sal û deman kete ber, bi çekuç û qeleman kola û tiraşî, şev û roj kirine yek mûna aşî, çekuçê dawiyê westiya û rûnişt, peyker bi giyan hat, rahêla çekuçî û xwedanê xwe kuşt.

Ferhengok

Şembilûlk: Du wate hene ya yekê ew dilopên dibine bestî û bi sivan da ve şor dibin li şevên zivistanên pir seqem û hindek dibêjnê (cembelûlk). Wata duyê navê giyayekê ye li beyaran şîn dibe bi ripne û rabûna wî kursî û çeq belave, bi kar dihînin wekî derman bo nexweşiyên bay û gedey, bi erebî dibêjnê (hermel).

Şerê hêştiran: Yariyeka kurdî ye, şevên zivistanan tolaz û sinêla dikin, du kes da xwe berûvajî di ber yek de dirêj bikin li ser piştî û her yek da hiştik milê yê din bigire û piyên xwe bihavêjne yek ka kî dê bişê hevalê xwe ser serî daqulpîne.

Simaylok û Simaylok: Stiraneka folkloriye ya zarokane.

Pîvok: Navê giyayekê biharî ye, li zûran şîn dibit û binê di axê re wekî pîvazeka biçûke û gelek spî ye û xwarina wê tam şirîne. Gelek caran dibêjin filan tişt spî ye wekî pîvokê.

Rahişte: Rahêlayê, ji cih qîtkirê.

Xendxendok: Li hindek devera dibêjnê beqbeqok, nexweşiyeka gewiryê û sîngî ye.

Peyn: Ziblê dewaran.

Bedîle kurt: Jiyê kurt.

Were yariyan, kutilkêt kariyan, berêt berdeqaniyan, mane li hefka kabaniyan: Ev gotine dihate gotin bi şev li ber derê malên zarok heyin û zarok bi vê gotinê ji mal derdiketin û diçûne cihê yariyê.

Berdeq: Yariyeka zarokane, piyê xwe dikirine di nav tiliyên destê xwe û li ser  piyekî, xwe didane paş û milê xwe lêk didan ka kî da kê bixe.

Cihunî: Hêbetî ma, mendehoş bû, matmayin.

Nixiya: Rûniştina hêştirê, yan danana reşmalan.

Girê Balyoz: Girekê bilinde û serê wî gelek pane û gelek şûnwarên kavla lê hene, dikeve ser rûbarê Duhokê beramber gundê Bazelanê.

Qurmkir: Gava yek di cara yekê de bihête dorandin di hindek yariyan de, da bibêjin tu ji qurim bûyî.

Mamik: Helamet (darekê mîna mirovan dixemlînin bi pate û kincan da çûçik jê birevin).

Şane û notirvan: Zêrevan, pasewan (li demê bêderan kesek dibû zêrevan bi şev û roj li ser bêderan genim û ceh û nîskan, da kesek diziya bêdera yê din neke).

Mişemir nedikir: Ji piştguh nedavêt-berdewam li wî cihî bû (ji wî cihî dûr nediket).

Elank: Peyveka zarokane mebest cihek destnîşankiriye bo navenda yariyê.

Qerqed: Kifnê mirî ya, diwapoş.

Sefîh: Kêmaqil.

Qolozên: Dengûdor.

Serhilik: Ev peyve bo wan kesan dihête gotin yên pora wan xelek û têr mû be.

Feçer: Bo wan kesan dihête gotin yên difnên wan kurt, xinxinkên wan di beş û stûnka kepiyê bo ji nav de be –her wesa weku îdyem kurd dibêjin; Feçera wî bir; anku paş ve bir.

Qumatk: Pêçik, pêçolk (qumatik bi taybetî dihête gotin bo wî patê biçûkên di çilka da dihête werpêçan).

Êwrî bûn: kombûn, li hev cciviyabûn.

Kozîdank: Ew tenûra ji tepka çêkirî, avahiyekê bazneyî û bê seruber–Her wesa rûniştina gelek mirovan bi rengê bazneyî. Gelek caran di pêgotina miriyan de dibêjin kozîdankeka zarokan li paş xwe hêlan.

Qedîd: Goştê xwêykirî û hişkkirî.

Hepik: Asinekî girane û devê wî wekî şeye û bi destikan, bi kar dihînin bo ristina tevnan.

Karwanê şêniyê borî: Stirana edlayê ji folkloriye û peyva şêniyê bi wata gelek ciwanî û di gelek stiranên kurdî de hatiye: Gul şênî şênî, şênî ya malê.

Terikî: Du raman hene; yek terikîna dest û pêyan, şeq şeqbûn. Ya din bo wî giyanewerê gelek têşkan bihîne û nehête xwarin wekî dêlikan, mişkan û pişîkan).

Berkê sar û germê: Yariyeka kurdî ye, mezin û biçûkan dikir li gunda. Û ev yarî ye bi şev dihate kirin, berikekê nîşankirî mezinê yarîkeran de bibêje hemûyan berê xwe hove bidin û ew da berikî bi layê din ve bihavêje û hemû da biçin li wî berikî bigerin yê berik dîtiba da bireve û hemû da pê wersn ka kî dê berikî bigehîne elankî, hindek saloxetên beyzbola evroke dida.

Palîmok: Giyayekî biharê ye li zûrên axesor şîn dibe û binê wê wekî pîvazokêye û du belgiye û belgên wê panin û dihête xwarin û bi taybetî zarok dixwin.

Bêçî: Kar û berxên sava û şîrxwer û dibe ev peyve ji peyva farisî (beçe anku biçûk) hatibe wergirtin.

Tepik: Du raman hene ku çalkeka axê û çar tifşe ber didane rexa û darkekî duçeqelanik didanan ser lêvê û darekê didan bin helanekî li qebarê çalkê û hindek genim dikirine di çalkê da û bo girtina kew û sûskan dihate bikarînan. Ya din tepkên rêxê ku bo sotinê dihatine bikarînan.

Lexer: Kewalên lawaz û nexweş.

Goç: God; hindek kes, yan giyanewer dibin di zikmak de destên wan, yan piyên wan rast nabin, gelek caran dibêjin dest û tiliyên min ji serma de yên goç bûyin.

Kilîl: Ew ava bi difinê, yan çavan da şor dibe.

Seyid Hemo: Amir lîwayekî Teleferî bû, di çaxê şoreşa Eylulê de gelek bi dirindeyî reftar li gel xelkê Kurdistanê dikir, ji malsotinê, lêdan û kirêtkirina welatiyên sivîl û bê guneh.

Tewzînî: Pîs bikî, herimînî (gelek caran dibêjin: Werin vî biçûkî ya xwe tewizandî!)

Dir: Har (dibêjin ev seyê he gelekê dire!)

Nivîser di çend rêzan de

Îsmayil Silêman Hacanî

07/06/1963-ê li gundê Ave Tehlê ser bi Zaxo yê ji dayik bûye.

Derçûyê zankoya Duhok/ ya kolêja edabê beşê zimanê ingilîzî ye.

Li  25/09/1983 yekemîn gotar belav kiriye.

Niha endamê desteya Rêveberiya Yeketiya Nivîserên Kurd Tayê Duhokê.

Endamê sendîka rojnamevanên Kurdistanê ye.

533 Comments to “Şeva Fristê Revin”

  1. Some really excellent information, Gladiolus I observed this.

  2. Daring says:

    Muchos Gracias for your article post.Really thank you! Much obliged.

1 105 106 107

Leave your Comment

Your email address will not be published. Required fields are marked *

You may use these HTML tags and attributes: <a href="" title=""> <abbr title=""> <acronym title=""> <b> <blockquote cite=""> <cite> <code> <del datetime=""> <em> <i> <q cite=""> <strike> <strong>

Blue Taste Theme created by Jabox
Content Protected Using Blog Protector Plugin By: Make Money.