This allurement is not abandoned to replica rolex accomplish the SIHH event, but a curated on a adventure calm with the associates of replica rolex uk the aggregation aBlogtoWatch attending at the new watches, to accommodated the aloft affluence watch industry replica watches uk executives, as able-bodied as added appearance that will be accomplished in the swiss fake watches advancing weeks.

UNITED KURDISTAN… » Meydana kuçikan

Meydana kuçikan

Meydana kuçikan


Ismayîl Hacanî



Diyariya ji xwedewendê ez dame diya min û bavê min



Ji gelek mirovan jîrtir bû, wesa hatibû perwerdekirin, diz çend bi hêz be xwe jê nedida paş, gundê wan dizî lê nedihatine kirin. Ji ber van saxletan gundiyan rêz lê digirt, hemûyan xwe bi xwedanê wî dizanî, çi mala goşt çêkiriba bara wî dibire ber derê kolkê wî, hemû deman darînka wî tejî laka germ bû, li dor xarufka wî tejî hestî bûn. Ka navê Tehlo çendî tehl bû, ew hêj ji navê xwe tehltir bû. Lê gundiyan ji ber xatira seyê wî Zero rêz lê digirt, gelek caran heger Tehlo xeletiyek kiriba, digotin hema çi bike, nehê zibarê, dorbir û bê nobe çemê xwe av bide, hemûyê gorî Zero bikin.


Piştî wê şeva ax subatê, Zero gurg xenkandî di nav kozika berxan de li hewşa pîrejina bi tenê li binê gundî. Pîrekên gundî rêzgirtin ji ber zîrekî û dilsoziya wî, wê salê navên berê xwe yên nêr kirine Zero…


Ew cara heftê bû gundê wan bi tank û firokan hatiye çolkirin û kavilkirin bi destê hindekên ne ji ax û av û zimanê wan. Lê vê carê gundê wan bi destê hindek ji nifşê wan hate çolkirin. Her malek bo xwe bi riyekê çû. Tehlo jî mala xwe bire bajêrî, di xaniyekê bi kirê de, Zero roj bo rojê li kêma dida, êdî laka germ nedixwar, pudyên wî fêr nebibûne semonên hişik, gava spêdê li ber dîwarî dinivîst zarokên cîranan ber tê wer dikirin. Şirîn bi herdu çavan bo digirî.


Zero xwezî ez û tu herdu li ber derê mala xwe miribane û em neketibane ber dîwarên xelkî.


Êvarî, gote zelamê xwe:


Çarekê li Zero bike û ji pêş çavên min bibe, min nevêt ez Zero wesa melûl û pusîde bibînim, yan ezê agirî berdime bedena xwe!


Spêdê Tehlo zincîrek kire stûyê Zero û bire meydanka kuçikan da bifiroşe. Zero ne wekî hemû kuçikan bû, çu caran ji qesta nedinirî û nedirewî. Lê wî mirovê diz bi çavan di nav hizar mirovan de diniyasî. Heta Tehlo gehiştiye meydankê devê Zero nekete ser yek. Tehlo di bin lêvan ve got:


Wey babo ma qey mirovekî saxlem di vî bajêrî de nîne, diyare mirovên vî bajêrî hemû dizin?!


Dengê Zero ket û zincîr di stûyê wî de çû xwarê û şirikên xwînê pêda hatine xwarê û hindî dinirî û xwe vedikêşa. Gerdena wî ya spî ji xwînê sor bû, ji mal heta meydankê, pitir ji deh kesan birîndar kirin. Li meydankê hemû kuçik bê deng bûn û bi ber ve rabûn rêzigirtin bo hatina wî.


Ji nişka ve Zero xwe çeng kire efendiyekî û kêlbên xwe di hefka wî de birin û çavên wî zîq bûn, heta ji nav destên wî anîne derê nîv mirî bû. Di nav wê quşmê de çend rojnamevan û peyamnêr amade bûn, rûdan ji hemû layan ve wêne kirin. Heta polîsan Tehlo û Zero girtîn. Zero çend polîs jî birîndar kirin.


Roja paştir çîroka Zero bû manşêtê hemû rojnaman, çendîn peyamên bi lez hatine weşandin sebaret Zero, hind rast û hind derew. Li ser vê rûdanê televziyonê mêzgerdek saz kir, çend pisporên şareza di warê derûnî û civaknasiya kuçikan de û nojdarekî veterinerî û yek ji komela dostên giyaneweran pişikdarbûn di mêzgerdê de. Nojdarê derûnî bo cemawerî gelek nihênî ron kirin; çinku di wan rojan de gelek gotgotk hatine kirin. Hinda digot “Zero seyekî har û dire”, hinda digot “ne wesaye Zero piştî ji gundî hatiye bajêrî yê ji xemên gundê xwe de har bûye”. Nojdarê derûnî, xûya kir hîç nexweşiyeka derûnî û fîzîkî li Zero nîne. Bi tenê nexweşiya wî gelekî dilsoze, rastîperwere û xwedan prensibe, wesa hatiye perwerdekirin hîç carekê çavên xwe li diziyê û dizekan neniqîne, dizê çend biçûk be Zero bi ser û çavan dinasit. Bo zanîn ew mirovên hatîne birîndarkirin hemû diz bûn. Dikandarî tişt deh qat difirotin. Xwendekar di ezmûnan de qopiya dikir, nojdarî spêdehiya erkê xwe bi dirustî bi cih nedihîna û çi pûte bi nexweşan nedikir. Nexweşê pêdivî bi neştergeriyê neba jî digotê divêt zû bêye çarekirin û radikêşa nexweşxana taybet. Mamosta ageh ji xwendingehê nemabû hindî ageh ji wanên taybet, wan polîsan jî yasa pêşêl kiriye, bexşîş û bertîl werdigirtin, ew zelamê xwedanê riha, bo rûmetî eniya xwe reşkirî bi navê xwedê û pîroziyên bilind pare kom kirîne, ew jî derket xwedan hotêl û motêl. Ewê tûrê parsê li milî, ne pêdivî bû. Ew xanima bi pêçe jî piştî zelamê xwe, ser gêrî dikirin.


Piştî cemawerî ev rastiye zanîn bi rêka telefonan, dilsoziya xwe bo Zero diyar kirin û xwastin, pişkinîneka hûr bihête kirin, çi sizayên dûr ji yasayê li ser nesepînin. Zero birine dadgehê, dîsa hola dadgehê pir bû ji rojnamevanan û dostên Zero pir bûn, gundiyên Zero yên kevin bêş kirin, çar parêzerên bi navûdeng girtin bo berevanîkirinê ji Zero. Du polîsan Zero kêşane di qefesa tawanê de, Zero dîsa nirî û xwe çeng kire herdu polîsan û birîndar kirin. Cemawerî dest qutan û fîtî vedan û gazî kirin ew jî dizin, ew jî dizin”. Herdu polîsan serê xwe şor kir. Dadvanê mezin çekûçek li mêzê da û hêj navê Zero bi dawî neaniye, Zero xwe di ser şifşa re havêt û di qitika dadvanî re girt û gerisand, kêlbên xwe avêtine pistûyê wî û kirasê yasayê ji ber kir, ew berda û li ber derî xwe çeng kire daxwazkerê giştî û di çingilê wî re girt û rakêşa, kirasê yasayê ji ber wî jî kir.


Fît fît û çeplequtanê di holê ve deng veda û bi dengê bilind gotin:


Ew jî dizin.. Ew jî dizin





Ewê yarî bi dawî anî



(1)


Hate dinê kes li hawîrdorî xwe nedît, rabû pepan radihejiya û diket, kesek nebû bibêjê hilo rabe kurê min, yan tepekê li axê bide û bibêje xoy rişt. Ne rojekê yekê gotê çeçuqote babo hat û ne babo hat carekê destê xwe bi serî da bihîne. Li dirêjiyên şevan sîngek nebû serê xwe pê vene û ne destek hebû pişta wî bigemirîne, yan çîrokekê bo bibêje. Li nav hevalan tim û tim pusîde û melûl û damay bû. Wê roja li gorepana yariyan ewê ji hemûyan şûmtir berek li guzekê da. Bi hêrişk û rondik ve li ser piyekî ber bi mal çû, da pena xwe bo pîra xwe ya çav bi eynik û pişt qof bibe. Di rê de çavên wî bi dêlikeka terikî ket, herdu rêzên çiçikên wê şeş cewrikên peplojank bi dûv re dibezîn û laqirdî û leyizok dikirin û dêlik jî mîna xanimeka maqul û giravî dimeşiya. Hêrişkek hatê û got “axxx xwezî ez cewrikek bame û tu deyika min bay!.”



(2)


Xewnên xwe yên spî li gel firoka xwe ya kaxetê bilindî asmanan dikirin, rojek wê bê mezin bibim werwerekê bêxime kemaxa xwe û li rojên govend û şehiyanan li geriya govendê di tiliya qîzkan de bileyizim, gava zirnebêj li beramber min rawestiya. Dê wî hêlime di nav şabaş û barûtê re û qîzik dê bidine ber tilîliyaz û hindî din dê germ bibim û pitir tozê ji axê hilînim.


Lê dema mezin bûyî, ne ew govend û govendî man, ne ew mitrib û zirnebêj.. Hemû tera û bera bûn, yên mayîn jî qiralê pîratiyê nexşê xwe li dêmê wan gêra, berçêlka wan şor bûn û eniya wan qojijî û pora wan spî bû, ji nû ve got “axxx zarokî!”




(3)


Çaxê bêhna mirinê ji axê hatî, çav sorî bi jinan dibir digot “xwezîkên we!”. Ne hûn mirinê bo xwe dixwazin, ne bo kesên din.. Tenê hûn jiyanin û jiyan ji we dest pê dike. Lê dema çavên wî bi Fatêya zik li ber devî ketî, sera kevçikek girara bosî zelamê wê ewê çavqilîç li hewşê kiriye şemamok û leşê wê şaneşane daye ber ser soman û paşan biçûk ji berçûyî, ji nû ve got “spas bo xwedê ez dame zelam û ne jinik”.




(4)


Çaxê bêhna birsê ji axî çû û roj bûye sewkeka sotî bi panika esmanî ve. Mirin bûye mêvanê hemû dergehan. Gava li dûv miriyekî diçû goristanê, digot: “Xwezîkên we! Ne hûn birsî dibin, ne kes dibêje we şîr nema, yan ar”. Lê hindî mirin bi sehme û nihêniyeka mezin li dûv xwe heye, zû zû lê vedibû û digot: “Başe ez hêj saxim û ne mirî”.




(5)



Çaxê gur revîn û mihan mih xwarîn, ji mirovan direvî û herî pusîde û Xemokî bû, derengî şevan wekî çekçekûlan ji nawiska xwe ya tarî derdiket û kolanên bajêrî bihost bihost dipîvan û dizanî çend dartêl li bajêrî hene.


Carekê qesta meyxanekê kir da xemên xwe yên tejî bo betlekî vala, vala bike. Piştî ji meyxana siyê jî borî û cih nebû lê birûne, wey babo li vî bajêrî hemû tişt bi siraye!.. Meyxane mabûn bê sira, divêt li meyxanê jî vêca bikeviye sirayê. Li dûv serê xwe tasiya û sikak xwar û vîç birîn, li ber pira senterê bajêrî çavên wî bi Xidiroyê dîn ket, pixêna wî û xewê ye li beramber rawestiya û got:


Xwezîkên te Mamo bes te dunya xwar! Ne kes dibêje te ka qerê min, ne kes dibêje te bibe gerewçiyê min, ne elektirîka te qut dibe û ne dikeviye rêza xaz û gazan.


Piştî çend pêngavan jê borî herdu paniyên pêlava xwe şkandin û di ser pirê re virvirandin, ew ala bi pistûyê xwe ve jêvekir û êxiste serê çiçkê xwe yê çepê, çipkên xwîna ji çiçkê wî hatîn tiliya xwe tê de û bi ezmanê xwe alîst û tama devê xwe xweş kir û got:


Tama xwîna mirovan jî xweşe, lewra mirov, mirovan dixwin!.


Heta ji pirê derbas bûy, rût û xwas bibû.


Ji wêve du polîs hatin û çingilê wî girtin û dane ber çepolan û gotin:


Ma xane, heçyê hat û xwe dîn kir….


Û bir bi pozxanê birin.



(6)


Wê êvarê ga û masî pêk ve diqerisîn, bangînên befirê guhên xwe qîç kiribûn, hemû kesan xwe diqojijand û bi lez diborîn, tenê peykerê Xanî ji cih nediliviya û çi pûte bi seqay nedikir. Li beramber rawestiya û got: Xanî mal kambax ma tu naqerimî..?


Ma tu nawestî..?


Ma tu nanivî..?


Ma tu birsî nabî..?


Ma tu hest bi sermayê nakî..?


Ma tu hest bi germatiyê nakî..?


Tu bo kê dipeyvî?


Li vî bajêrî, felsefa te bi qirûşekê naçe.


Şev tarî bû û pûkên befirê mîna pepikên dayika min barîn. Li çepê zivirî, çavên wî bi Mam Emer Xawer ket û got: “Mam Xawer wî zarokî baş hembêz bike, eve şeveka ne wekî hemû şevane, dê ew zaro biqerise”. Lê Mam Xawer ne livî û ne bersiv da. Mîna siviyanka bi ser kelexê Mam Xawer û zarokê wî da xwe dapoşî û bi tundî ew zarok hembêz kirin. Û pûkên befirê barîn… Barîn heta spêdê ew Mam Xawer û zarok bûne yek parçe. Spêdê zarokan şerê gulmiçkên befirê dikir, çavên wan vêket, ku peyker yê dilerize. Hemûyan hewar kir û got: “Werin peykerê bi giyan ketî!”



(7)


Li bajêrî bi tenê hevalê wî ewê bertraşbû, her roj çend kêliyên miriyan dinikirand, nav û dayikbûna miriyan li ser dinexşand. Wê êvarê kêliyeka bê nav bi tenê mêjuwa wê rojê lê nikirand. Pirsî ev kêliye bo kê ye?


— Te divêt bo kê be?! Mirin dizekî newêroke, çi caran newêre rast û rast bihête mirovan, hemû deman wekî dizan gava delîva xwe dît lêva xwedanî digire. Ma qey te çîroka Feqiyê Teyran guh lê nebûye demê li ser peyiska şeşê lêva wî girtî û nehêlaye gava xwe bavêje ya heftê.


Piştî çend pêngavan, bazar li pêş çavan sor bû, ew tiştên li ber dikana.. Rêbar.. Cade.. Mirov hemû sor bibûn. Destên wî wekî terazûyeka diz bi kîsikên xwarinê ve şor bibûn. Dunya hindî din di sorekî tarî wer bû û ji nişka ve bêhna mirinê hembêz kir. Li xwe zivirî, kesek li dor xwe nedît bi tenê cendekê xwe li bin cadê.. Dunya tarî bû û hew…





Îmza kesk



Piştî cara yekê kiravat li ser qemîsê xwe yê ne utîkirî de girêday, kemaxên wî piştî pazde salan ji nû cihê xwe di kursîkeka zivirok de kirî. Qelemê xwe yê kesk ji berîka xwe anî derê û her temaşe kirê.. Eve çendîn sale min tu kirî û hilgirtî da ez evroke xwîna te ya kesk darêjime ser kaxezên hevwelatiyan.


Her çende dizanî jî fermangeha wan fermangeheka kêm daxwaziye, belku mehê hemû yek hevwelatî dergehê wî nequte.


Piştî sê rojan maye li jivanî, yekî derîkê wî veke, ji nişka ve zelamekî derîk da paş û bi bişkurîn û rêzgirtin got:


Spêde baş mamosta, zehmet nebe bes îmza te ya maye.


Bawer nekir kengî dê qelemê xwe yê kesk bihîne derê û pêmirîşkekê li ser daxwaziya wî bike. Bêyî kaxezê bixwîne, qelemê kesk anî derê û têr lê nihêrî û bi destekî giran îmza xwe lêkir û henaseka kûr hilkêşa û pişta xwe da kursîka zivirok. Û bi serê tiliya kaxez bi nik ve birin û bi bişkurîneka çêkirî:


Kerem bike.


Hêj yek demjmêr neborî, dîsa ew zelam zivirî û rêveberê mezin xaçeka keska li ser kaxezê çêkirî û di bin de nivîsiye te maf nîne qelemê kesk bi kar bihînî, ji ber vê nezanînê û zêdegaviyê sê rojan mûçê te hate birîn.


Piştî badeka daxwaziya zelamî ser ji nû çêkirî û îmzayek bi qelemê şîn lêkirî, bi dilekî melûl çavên wî bi qelemê kesk ket, di bin lêvan ve got:


Li min bibore, raste eve demekî dirêje tu bi min re, lê dê roja te dihêt.


Di wan navberan de, kesekî din bi jûr ket û badeka kaxezan dana ser mêzê û got:


Mamosta, rêveberê çandinê viya îmza we jî li ser vê daxwaziyê hebe.


Dîsa xwîna leşê wî ya çivir ron bû, di dilê xwe da got:


Baş e eve ne rêveberê dezgehê me ye, ez dişêm bi qelemê kesk îmza xwe li ser bikim.


Roja paştir dîsa ew kes zivirî û got:


Mamosta, heger te mafê îmza kesk nebe da bo çî vê zehmetê bo min çêdikî?


Rêveberî hemû kaxezên min ji nav birin û got: Careka din ser ji nû badekeka din çêbike.


Dîsa wekî jûjî xwe kire têkre û devê xwe têk da û got:


Nevên karên hevwelatiyan bi rê bibin, vêca hêceta li rengan digirin.


Hêj ew zelam li hindavî serî, kurê wî bi jor ket. Dest da kaxezekê û tê de nivîsê (keçê ezê westiyay û tûre me, hindek yapraxên têr filfil çêbike) û destê xwe dirêj kire qelemê kesk û îmzayeka mezin li ser çêkir û bi dengekî bilind got:


Min li cem we maf nîne bi qelemê kesk îmza bikim. Paşî bila eve bizivire û bibêje “kaxeza te naxwe, te mafê îmza kesk nine!”




Tu li çi û çi digerî?




Ev çîroke diyariye bo bêriya dubanê


ewa li koça melyonî wendabûyî


(Koça melyonî sala 1991-ê wenda bûye)




Te û vê rêkê çîrokên dirêj li gel yek hene, tu dizanî, çend caran tîtîkê hêlîna xwe li bin hêroya he çêkiriye. Li bîra te ye çend caran Quto, pê xwe bilind kiriye û bi berên heve mîztiye. Hemû deman, ev rêke gelek diviya. Li biharan, guliyên genimê didan hêştir li her du layan sema dikir. Te li ser dewsa tiraktoran, xwe dirêj dikir, tu vê gavê jî, dizanî xirxalên tiraktorê çend perasû li vê rêkê hêlayne. Payîzan, ji hemû deman pitir te diviya li vê rêkê biçî. Quto car tu dihêlay û carna te ew dihêla û carna jî ji nişkan ve, da serê xwe li milê te bide. Piştî peladasî, bêhneka xweş ji axê dihat, hilma henaseya erdî, bêhneka neasayî dibexşî, te diviya, hemû rojan, barana gurgî bihêt û tu û hevalê xwe li vê rêkê biçin. Hêşta navê te û Kinê, li ser qurmê dara Bozo, nivîsiye. Te û vê rêkê, çîrokên dirêj li gelêk hene. Piştî tu gehiştiye nihala Dego, tu bi xwe kenî. Dihate bîra te, roja tu bûye nanberî û şivan hêlaye birsî û nan tehînka wî xwarî û gotiye xwe: Nelet li babê xwendin û xwendgehê. Jixwe ev rêke bû, xwendingeh li ber te reş kirî. Hêşta divêlên mesên qoska te, tejî van dirane. Kûntaxa ciftê, da ber xwe û rabûye ser xwe, zumên ji dinyayê dihat.


Ax! Piştî baranê, bêhna axê çenda xweşe. Hemû delaliyên te hatine bîra te. Dadê: Xwezî min zanîba ka tu bi çi ser çûyî, gurgan tu xwarî, yan hovan tu dîl kirî, yan jî ecneyan tu hingavtî, ne eve deh sal jî borîn, piştî reva melyonî û me çi ji te nizanî! Hemûyan digot, me dît, heta nihala Dego jî, parzûnkê wê li piştê bû û li dû me dihat. Te, cigareyek kire di nav lêvên xwe re û piştî mizeka dirêj tu bêhnjî û li dû yek kuxî. Ji te wêvetir kilka kêvrûşkekê spî kir, tu ketiye dû û te gote xwe: Êh, eve şîv çêbû. Te, zanî ka çû pişt kîjan berî. Hêşta te stêrika xwe lê negirtî, lotkeka din li xwe da, lê çavên te, ji pişta wê ya boz û kilka wê ya spî venebûn. Ji bin vê kawîrê û tiraşa he tu ji dû ve nebûyî heta tu û ew gehiştîne gelî, tu westiyay, te got: Çûrê xwezî Quto bo te li vê derê ba!


Piştî şeş heft veguhêzkan, carekê dûkêl ji derê cifta te çû, zummên kete gelî û deng veda. Careka din guhên wê ji pişt berî xişt kirin û lotkeka din li xwe da. Demê tu gehiştiye berê ciftê spî kirî, tu daçemiyaye axê, te kaxezeka zer û pêtî di nav kîsekî naylonî ji erdî hilîna û bilind kire ber çavên xwe. “Hey ho.. Roja çekûçê Kawa çû”. Te kaxez niyasî, destxetê hevalê te ye, demê êvariya Newrozê, pêşwext, gotiye te: Cejna te pîroz û ev helbeste bo te, diyarî. Her hîngê te ji ber kir û te hez ji helbest û helbestvanan kir û te bextê xwe di nivîsîna helbestan de ceriband. Lê pirtûka helbestên te jî, di parzûnkê deyika te de, xewarebû. Hêviyek li cem te peyda bû ku dibe deyika te, heta vê derê hatiye. Te gote xwe, elhemdula, bi destên hovan, nehatiye dîlkirin. Wekî din mirin hemû yeke. Tu wesay guhşî, tu çend gavekên din çûy û te çavçerînek li waran kir. Careka din, tu daçemiyayî, te qotîkeka nalyonî dît, çend hepkên “ayzirodîl” tê de bûn. Hêrişkek hate te û hate bîra te, demê te gotiye deyika xwe, nojdarî gotiye, dê van hepkan qet bikî û rojê sê danan bixwî. Eve seyre.. Hizar caran, min, ev cihe, seh kir û min çi şûnwarên wê nedîtin. Piştî van hemû salan, ez ji nû dibînim.


Li dû serê xwe tasiyay. Ji nişkan ve kilka wê ya spî, xwe avête di şkeftokeka wekî nawiskan de, çawa tu çûye ber derî, çavên te bi gulyên deyika te yên spî û qemer ketin, yên bi kevirê dîwarê şkeftê ve, bûne rîsî û dersoka wê ya reşbelek di serî da mehiyaye û pûstê wê hilweriyaye û didanên wê yên çîq dikin. Hêşta ristka morikên şîn û ew lîrê babê te roja nîşaniyê bo kirî, yên di gehên stûyê wê de şor bûn. Te diviya tu xwe tê wer bikî û hembêz bikî û pişta destê wê maç bikî, lê te we nekir, tu tirsiyay di nav destên te de, bihilwerit, bi tenê, tu beranber wê hiltûtirî û lêvên te û rondikên te pêk ve livîn:


Dadê min bêriya te kiriye.


Tu ji şkeftê derkevtî, ewê, beranberî te, guhên xwe yên dirêj, qîç kirin û bi destê rastê difina xwe xwerand. Te cifta xwe serjêr bi milê xwe ve kir û gote xwe:


Tu xweş bangînî, eve te yek nîşa min da, tu bi yên din jî dikevî, were da biçin lê bigerin.



Nanberî: Ew kese yê xwarinê bo rêncberan dibe aqarî.


Peladasiya: Barana yekê ye, li payîzan dihêt, erd şil dibe, lê ne gelek kûr.


Nihala Dego: Nihaleke, dikeve berbiniyê çiyayê bêxêrî, li semta Sêmêlê.






Xal û xinê





Hêj mûyên bin kefşên wî nehatîn û hêj mûyên xwe yên heram nekuzirandîn, xewn bi şeveka wesa ve didîtin. Livîna nêka li gel çinge çinga pêkan. Bişkivîna xunçelêvan û sema cote sêvan. Hemû mûyên leşê wî rabûn, bûne zêxme. Piştî çavên xwe wîr kirî û pora xwe ya mîna tîrojkên rojê wenda kirî di nav dûkêla cigara xwe de û gotî: Maç bi deh dînaran û maç û memik bi bîst dînaran û hingil û çingil bi sed dînaran.


Hemû nifşê dayika xwe Hawa erzan û sivik dîtin di pîstê pîst firoşeka erzan de. Zîxme nixiyan û hemû şanên leşê wî mê bûn, dengê wî zirav bû mîna xanimeka nazik bi tenê şiya bibêje ne.





Zilkê Şixatê



Ev çîroke diyariye bo


Şehîdê zîndî mamosta Cewher Namiq û şehîdê nemir Hebîb Bapîr Lawend û hevalên wî û şeveka sext li quntara çiyayê Metînî sala 1976



Metîn bilinde.. Asman deryayeka reş û şîne, ewir gizîrtên spî ne. Simfoniya vê şevê bi tenê zelam li ber semayê dikin. Muzîk hemû ji xwezaye, fîzêna bay, lûrêna gurên birsî wiş wişa xakî û rep repa pêngavan li gel kuxîna ewran bi leztirîn ritmê jiyanê ye. Û karwan yê bi rê dihêt.


Piyên wî yên mazîlok li kolanên sûka Nebî fêr bûne rêveçûnê, ber nebûn lê bihilingive. Lewra vê şevî piyên wî ji xetê derdikevin, çavên wî ji nû hinêra befirê niyasî, bihustekê li pêşiya xwe nabîne, milê wî neşêt kemera tivengê hilgire, lewra car car tiveng ji milê wî keltêt, zû û bi lez û bez xwe tê wer dike hêj negehiştiye ser ferşa spî. Ew cara duwê ye hevalê wî dibêjê ka da ez tivenga te ji te hilgirim.


Ew dizane li vê derê tivenga wî mezintirîn şerefa wî ye; çinku li vî welatî mezintirîn pîverê şerefê matîkirina tivengê ye. Bi zimanekê lal di bin lêvan ve got:


Hebîb didanê min ez kuştim!


Ha bo te kîskê min hindek ji ura birnûtê bike ser dê tena be.


Ya?


Bi xwedê xweş dermane, min bi xwe yê ceribandî.


Piştî devê wî sotî û tehl bûy, gewriya wî xweriyayî û li dûv yek bêhnijî û kuxî, bi herdu destan devê xwe girt û kuxka xwe fetisand, da deng negehe qoşenê pêşiyê.


Çespanê van rengeahengan, gopalê wî yê kinêr heta kefa destî di nav befrê da berze bûye. Lekana wî wekî dûv kêşka cencerê lê hatiye, hind befrê li dûv xwe dimale û hind bi piyan û çokan diqute, rêka xwe û hevalan dikelêşe.


Careka din qulingê qermî ji nav qulingan yex bû, tî û tî vepeşiya û ji xîça reş varê bû. Ewê li pişt wî kenî, stûyê xwe xwîl kir binik yê li pişt xwe ve û bi keniyeka sar got:


Kurê day gurîkane, yê bi nestela mezin bûye, ne zelamê van ahengane. Em dizanin ji ber çi revîne. Bila vê gavê tu çûbaye sînema Nicum li gel hevaleka xwe li pêş filmekê rût.


Ev peyve mîna derzîkeka morfînî hêz da giyanê wî, leşê wî benc bû û ageh ji seqem û jana didanî nema, lingên wî pitir erd girt û bi leztir rêk kêşa ber xwe.


Hebîb car car li xwe dizivirî û digotê:


Ha tena nebû?


Baştire.


Demê gehiştîne geliyê kûr û darên nixavtî ji befrê mîna gidîşên nîskan bi rêz. Qoşenê pêşiyê xwe da ser berekê bilind û got:


Gelî hevalan ez dizanim hûn westiyan û şeveka bi zehmete, şeytan neşêt serê xwe derbêxe, vê şevê ecne newêrin derkevin kesekê bihingêvin. Firoke jî neşên bifirin. Vêca li ber vê rizdê belave bin, hûn dişên ji xwe re agirî jî hel bikin.


Du du piştên xwe dane yek li ber rizdên helana, tivengên xwe kirine stûn li ber bejna xwe, mîna kewên qerimtî piyek radikirin wêk didanan. Hind dîtin ji nişka ve guriya agirî ji wan wêvetir geş bû. Mîna agirperestan lê êwirîn kozîdanka xwe girêdan û agirperestin.


Hebîb aleka min werimtiye?


Erê bi xwedê ya bûye pîvok!


Min bisûjin ya heyî ezê sor bikim û didanê te daxb ikim bi yek carî ji janê rizgar bikim.


Piştî kizzên ji didanî hatî û serê bisojê gehiştiye rihên didanê wî, piyên azad xav bûn weku leşkerekî marş di cih de dikir, devê wî bû kaniyek û ji gilîzî der bû û tezîlank bi dilî de hatine xwarê, bi tundî tiliyên Hebîb kirandin.


Ax….. Axxx te tiliyên min xwarin!


Tiliyên xwe ji devî kîşane der û dane bin kefşê xwe û li ser piyekê li dor xwe zivirî û got:


Raweste ezê bo te cigarekê bipêçim tejî lamên xwe dû bike û neberde dê didanê te benc be, belku bîstekê hedara te bihêt.


Cigare pêça û kire di devî de, zilkekê şixatê pê vena, hêj dûkêl negehiştiye devê wî. Qoşenê pêşiyê mîna qumandarekê leşkerê Osmaniyan, ji binê piyan hewar kir:


Kom bin simînare.


Xwe da ser berekê bilind û herdu destên xwe li ser kefa gopalê xwe danane ser yek û kire qêrîn:


Gelî tevalan hûn dizanin ev kombûna me li ser çî ye? Kombûna me ev şeve li ser zilkê şixatê ye. Hûn dizanin eve şoreşe û hûn şoreşvanin, divêt hûn mifay ji xwezayê bibînin. Vê gavê hevalekî me li pêş çavên me cigara xwe bi zilkekî şixatê berdayê, hind xwe bê hiş kir nizanî mifayî wergire ji vî agirê geşê li ber me. Ew zilik mixabinî beyhude çû û eve di nav pirensîbên şoreşê de guneheka mezine, dixwazim ev tişte êdî dubare nebe…


Û dest bi çîrokên şoreşgêrî û rojên sext û nexweşiyên ezmûnên cîhanî kir.


Hebîb di bin lêvan ve hêdî got:


Weyy babo ev şeve min çi kir, ne ku sera vî zilkî min gullebaran bike, soz be heger riya me bi gundekê ket pêş vî zilkî ve ez deh derzinên şixata bo şoreşê bikirim.


Destekê xwe ji ser kefa gopalî bilind kir û berçavk ji ber çavên xwe rakirin û got:


Kurê min dîsa dibîjim ew zilik beyhude çû û nazivire heger tu hindî kargehên cîhanê yên kibrîtê bihînî, ew zilik çû û nazivire. Evroke zilik, subehî gullek, du suba narincokek û sê suba şoreşek.



* ev kurteçîroke xelatê sêyem li ber ket di bêrîkana kurteçîrokê de ji layê rêveberiya giştî ya rowşenbîrî û hunerî li Duhokê.




Sê feylesof



Çavên wan bi kutekî radibûn û daşkestin, ewê zirav û lamdirêj tiliya xwe gehande berçavka xwe û enîşka xwe ya bê mû wekî serê xwe ji ser mêzê rakir û stûyê xwe yê xwîl bilind kir, çavên wî mîna radarê zûma xwe êxistine hemû layên bajêrî û lêvên wî livîn:


Erê heval hûn dizanin nivîstin jî mirineka rojane ye û pêdiviyeka fere. Berê xwe bidinê ev gulopên vemirî çi rewşeka din da runiştina me, kengî êvarî demê em hatîn ev keşe hebû? Anku mirinê jî xweşiya xwe heye û pêdiviyeka fere.


Ewê qelew wekî nîsanokan sor bû, qopkê cigara xwe bilind tivkand, wekî gulopeka fisfurî di ser serê wî yê rût re peşî:


Mirin.. Mirin.. Hindî tu ji mirinê ditirsî lewra hemû deman mirin awîzeke li ser lêvên te.. Ka tu naçî bimirî?!


Feyilesofê mêzê, bi lez binikê cigarê kire di nav lêvên xwe re, wekî karikekê mijek hilmirîst û du libên nokan avêtine di kudela aşî de û tiliya wî ewa dilerizî bilind bû û got:


Hûn herdu derewan dikin, mirin anku destpêkeka din bo jiyanê, tu çi dibêjî xizim?


Ez li gel wê felsefême ewa dibêje (şep û ket û zirç û mir).


Tîqtîqa keniya wan ew baxçê mezin û ji mirovan vala tejî deng kir. Xizmetkar wekî pişîkê xwe qelast û nêzîkî mêza wan kir, piştî guh li keniya wan bûy. Hêviyek li dev peyda bû belku rabin.


Ezbenî hûn dê rabin?


Ewê lamdirêj:


Ka were zehmet nebe zincîrika pentelonê min bihîne xwarê da bimîzim.


Kurikê xizmetkar pişt û pişt revî:


Seyda bi xwedê ji xewan de kore bûm, ne aha dê roj derkeve.


Careka din lê hurcimî:


Were zincîrika min bihîne xwarê destê min nagire.


Hindî din kurik pişt û pişt çû heta bi ser mêzekê da hilingiftî, da xwe û bazda. Dîsa tîqtîqa wan bi ser baxçeyê ket. Di nav pêlên keniyê de feyilesofê mêzê got:


Hema bimîze bi xwe ve, ew jî wekî xuhê ye, yan paşî te çi caran nemîztiye bi xwe ve! Piştî keniya wan bi dumahîk hatî, xwedanê berçavkan got:


Em li ser çi dipeyvîn?


Ewê qelew bersiva wî da:


Me behsê dunyayê dikir, vêca tu dunyayê çawa dibînî?


Feyilesofê mêzê axiftin kire ya xwe:


Ez dibêjim dunya qumare, her kesek bo xwe diçê, heçiyê bîst û yek anî noşîcan be.


Xwedanê berçavkan got:


Dunya qehbeye, her kesê şiya dilê wê bi nik xwe ve bikêşe, noşîcan be.


Ji wan wêvetir, kurikê xizmetkar li ser kêlekê xwe di nav giyayî de dirêj kiribû, baweşk dihatinê û got:


Dunya morika xewê ye her kesê şiya bo xwe têr binive, noşîcan be. Dunya tevnipîrke her kesê şiya xwe ji tora wê xilas bike, noşîcan be. Dunya rûbarekî xurt û hûreke her kesê şiya berê wê ser evraz bike, wey wî hizar caran noşîcan be.


Ji pêve radihejiyan û li ber derî çavên ewî qelew kete gûfkê di nav daran re. Seyekî kuriya xwe ya kiriye di nav teşkên xwe re, serê wî yê di nav gûfkî re, beramberî wî pişîkeka reşbelek pişta xwe ya nêrkirî û kuriya xwe ya wekî gerdena marên siwara bilind kiriye hindavî patka xwe. Destê xwe dirêj kire gûfkî û got:


Rawestin, dunya nêçîra seyê gembole, bi sê nirênaye. Ez carekê yê nirîm û lal bûyim êdî neşêm binirim, vêca mirin bo min noşîcan be.




Şeveka bi tenê



Piştî mirîşk dakirîne kolkî û sê hêkên bi ziliq û xwîn rakirîn, derîk lê girt. Rojê çavên xwe niqandin û şevê erd kire beroka xwe û perda xwe dapoşî.


Ew yê dudil bû li mal binive, yan jî biçe mala hevalê xwe Azo. Lê bi hêvî bû pîra wî dê her bizivire, nexasme piştî pîra wî li peyvên wê hatî, berî biçe “Kurê min ezê van hêkan, doxîn, gora bifiroşim û hindek şekir û çay û sabûnê bikirim û bo kurê xwe jî şekirokên kupalok bihînim û li bayê xwe bizivirim, dinyaye, heger gîro bûm mirîşkên xwe dake, ne ku rûvî bi şev bikeve nav, paşî ya bibêje qit bo me nahêle, başe mergê pîrê?”.


Di van hizran de guhşî bû, guhên wî diveçinî bûn ka kengî dê dengê qenterê bihêt, şev pitir reş û tarî û bê deng bû, careka din hizir kir biçe mala hevalê xwe binive. Van peyvan pitir rijd kir ku bimîne li mal, da ew zirta li nav hevalan kirî di kîsê wî de bimîne. Demê Azo gotiyê heger pîra te nehat, diwêrî bi tenê li mal binivî? Heger tu newêrî were mala me binive.


Yekî gotê çawa tu newêrî bi tenê li mal binivî, ma ne tu dibêjî ez mêrekî bi sed mêranim?!


Erê ez mêrekî bi sed mêranim, ma xwe ne wekî we kulafeme.


Yekî din gotê: Anku tu ji ecniya natirsî, heger ev şeve hatine te?


Yekî din got: Ma heger ezmansorik û nanxwarikê dupê hatine te dê çi bikî?


Dengekî din got: Dê çi li pîrheviya û serkirînka bikî?


Baweşkên xewê hatinê, ji nişka ve fanosa wî pit pit kir, paşî vemiriya, ji bîr kiribû gazê bikê û newêra jî ji nav nivînan derkeve. Hest bi tirsê kir û tezîlank bi ser leşî de hatine xwarê. Rik û rik berê wî ma li derîkî û di derzên derîkê darî re, ecne rêz bûn hind bi şax û hind koç, hind rîh dirêj û hind kose, hind bi sê deva û du difina, hind bê difin. Lêdanên dilê wî bi lez ketin, riha stûyê wî bilind bû, bi kutekî û bi dizî henasa xwe dihîna û dibir, xwezî di gewriyê re mane asê, car lihêf dikêşa ser çavên xwe û zû zû serê xwe ji bin lihêfê dihîna der. Carekê serê xwe xul kir û bi tiyê çavî berê xwe da pencerîka hindavî serê xwe. Dît hind ezmansorik û nanxwarikên dupê yê li ber pencerê didanên wan yên çîq dikin. Hindî din tirsa wî zor bû bi nuze nuz gazî kir û dadê..


Dadê hate bîrê, lê hemû alavên gehandinê neşên dengê wî bigehîne dadê û çi hêz neşên dadê ji xewa giran rakin.


Çavên wî ji pencerê vebûn, ketine derzên derîkî dîsa ecne bi rêz yê xwe diqelêzin û diborin. Bi dengekî melûl got: Weyy.. Baboo…


Hate bîrê babo sera dayika wî yê li pişt şifşan di kunceka tarî de, eve şeş salin nedîtî ji bilî rojên cejnê, heta ser û sîmayên wî jî yên ji bîr kirîn.


Ji nişka ve dengê seyê wan bilind bû.. Xwîna wî rohin bû hewara wî hat û di bin lêvan ve got: Dê çavên serî van ecna û ezmansorika jêk bihîne derê û jêk rateqîne! Lê seyê wî jî zû lal bû, bes bû ew rewîn.


Tirsa wî zortir lê hat. Bi çalî çepka xwe kêşa di bin stêrkê nivînan ve, serê xwe li stêrkî da û ji binê piya kire qêrî heware gundînooo? Patika wî germ bû û stûyê wî şil bû. Lerzekê girt û çeqçeqa didanên wî bilind dibû.


Kêzekê di bin stêrkî ve piyê wî gest, rumekê xwe hilavêt û eniya xwe jî li stêrkî da û ji binê piyan kire hewar ho Azooo?


Neherê Azo jî wekî hemû gundiyan yê di xeweka giran de. Li ser enîşka, xwe ji bin stêrkî vekêşa û bi lepequtê li patekî geriya da serê xwe girêde. Ber bi qulaçî çû. Hin dît pîriheviyekê xwe tê wer kir. Piştî qîjî û hewar hewarê sakoyê pîra xwe ji ser kelwaşê xwe rakir, bi fanêlê xwe hiştik serê xwe girêda û çû nav nivînên xwe de û çavên wî her ma li tîkên derîkî. Ecne hêj yê xwe diqelêzin û diborin. Xwe mit kir û ma li hêviya qedera xwe.


Êdî ageh ji xwe nema heta roj gehiştiye panka esmanî, demekê hişiyar bû, bi ser xwe ve hat, leşê wî yê giran bûyî û nivînên wî yên çivir bûn. Lihêf da paş, bêhneka nexweş jê firî, difina xwe girt û destê xwe da paşiya xwe û derkete ji der ve.




Şewaf



Bareşa wî hatibû, ji nû xwendingeh li gundê wan hate damezirandin. Sê şev û rojan mala wan şer û qoluzên bû, pitepita pîra wî diçû esmanan, şîqşîqa deyika wî li hewşê deng veda; Erê te divêt kurê min jî wekî babê xwe her şivan û rêncber be, ne mal nemaye du û sê nedanayne ber mektebê, me ev tiliye ya hey, em wî jî ker û kore û nefam bihêlin?


Keça min, me bawer nekir kengî dê me pêşpênkek hebe di dest me de biçeme.


Ez keça kerî bim ew neçe mektebê ez ji ev şeve pêvetir bimînime li vê malê û nanî li vî agirvêketî duker bikim.


Dê bila wekî te be, dêle dirkê heger erd bigehe esmanî tu dê her bi serê xwe de bî, paşî mala minê dê bibe yuzbaşî, çi dikine kiwarê ew dihête xwarê.


Ewî jî wekî hemû kur û keçên ji xwe biçûktir, pijema ji kuderiyê sor û qeytan şîn û hiçik û serdeling lastîk kire ber xwe û bû xwendekar. Li qulaçê çepê rûnişte xwarê. Gava mamosta bi jûr diket, hîkhîka wî bi ser polê diket û gelek cara mamostayê lêdiheytand: “kore hetîw, etu şerm le xwe nakey?”


Ne herê her weku tu bo dîwarê he bibêjî, lê di ser hindê re jîb ji polê hemuyan zîrektir bû. Xwendingeha wan mamostayek bi tenê hebû. Keçeka Hewlêrî, dêm pan, sîng tifiqî û memik xişt û bejin bilind bû. Çavên wî ji baq û kemaxên mamostayê venedibûn, nexasme gava mamosta wî hatiba hindavî serî û çavxişandinek li nivîsîna wî kiriba. Xwe diçemand da xîçkekê li kaxeza wî bike. Çavên wî wekî nojê dimane bi sîngê wê ve û bi taybet li neqeba herdu memikên wê. Gilîzankên wî vedibûn, wekî birsiyekê çavên wî bi simaqê dikeve, tejî devê wî û pêsîra wî gilîz dibû. Wana wênekêşanê li cem wî ji hemû wanan xweştir bû, her gava mamostayê gotiba wênê gulekê yan sêvekê yan pelatînkekê çêbikin. Ewî wênê mamosta xwe çêdikir û bi taybetî sîngê wê û neqeba herdu memikên wê ji hemû endamên leşî yên din ciwantir çêdikirin. Gava mamostayê temaşeyî wênê wî dikir pê dibişkurî û destên xwe didane bin memikên xwe hindî din bilind dikirin û pişta tiliyên xwe yên bi gostîlk li serê wî didan û digotê: “Eto eblîsî hetîw”, ew hindî din mend û gêl dibû ya ji wî ve (hetîw) û (eblîs) du peyvin ji ferhenga eşqê. Heta hîngî hêj şeh nedabû porê xwe, piştî peyvên (hetîw û eblîs) şehek ji dikanê kirî bi sê hêkan.


Êdî rê neda çi xwendekarekî karekê bo mamostayê bikin, ewî av bo dikêşa, da wî nan bo dipat, mast û hêk ji mal dibirin û nedihêla rojekê xwendekarek, hêkekê, yan lalîkeka mastî bo bibe. Li xwendegehê navê wî Simko bû û li nav gundî Şivanê Kuçikan. Hindî hevalîniya kuçik dikir û seyên wî siwar peya dikirin, gelek caran seyên xwe ji vî gundî dibirine gundê din ji bo şerenîxê.


Zelamê malê ew bû. Li payîzeka dereng, ew du roj bûn deyika wî ar ji cîrana qer dikir, gotê:


Kurê min xwe bike zelamekî zîrek li gel pêr û terazuwa dê te hişiyar bikim da li gel Biro biçiye aşî, şeş tenekên genimî min yên kirîne di têrê da û eve heft derhem, şeş bo mizê aşî û derhemê din bo xwe bide bi sewik û helaw.. Hişiyar be aşvan genimê te nedize.


- Wehh.. Ma ez biçûkim dê ji min bidize, ezê Quto û Gebo li gel xwe bibim paşê bi fîtiyekê dê aşevanî jêk dihînine derê.


Dê li te bibine bela ev gundên derdorî me jî diçine aşê Sêmêlê, ne ku seyên te seyên wan bixenkînin û li wê derê bim dihînine bi te ve. Kurê min çi kuçik li gel xwe nebe ne ku zarokekî bajêrî bigirin, paşî derekên hukmetê dê te bigirin.


Demê navê hukmetê û dereka hatî qayil bû çi kuçik li gel xwe nebe. Piştî du demjimêran bi rê çûn, gehiştine nêzîk gundê ermeniyan, xaxorta seyên ermeniyan ji cih qît kirinê. Wî da ber hilobiya (wiştê hegidow… Wiştê hegidow), xwezî Quto û Gebo bo we li vê derê bane paşî bila hûn rewîban!


Kuro ma eve tu ji kuçik bûy tu hinde hez ji xereçoka kuçik dikî, were guhê xwe nedê kuçik direwin û karwan diborin.


Piştî xaxurta kuçik nêzîk bûn ma hêbetî û mendehoş, wehh.. Mam Biro eve ne segin eve şêrin.. Min jixwe digot me segên heyin, bi xwedê ji wêve ezê bo xwe kûçikekî ji van kuçik bihînim, eve dişên hirçan bigirin, xwelî bi serê me û seyên me heyîn, mixabinî ev kuçik di destê van ermeniyan de! Bi xwedê ev seye min xwedan kiriban eza wesa lê bikim heçiyê di nav aqarê me ra borîba xwîka xwe daba.


Ageh ji aşî û bajêrî û helawê nema, bi tenê hizra vegeriyanê dikir dê çawa şêt kûçikekî bidize yan bikire; çinku dizanî ermenî ta xwe bê beramber nadine babê xwe. Piştî ji gundê ermeniyan dûr ketîn û dengê kuçik neman, kete di hizirên neqeba sîngê mamosta xwe de.


Mam Biro ezê tiştekê bibêjime te, tu bi gora wî xweştivî bikî ewê ji ber sîngê te çûyî, tu sund bixwî nebêjiye kesê.


Hema biste bibêje, soza zelaman be heta dibe xirêna tevir û bêran ser serê min ji bin ezmanê min dernekeve.


Min divêt tiştekê bo mamosta xwe bikirim, min derhemekê heye tu bibêjî çi baş e?


Derhemek, derhemek, mamo ma derhemekê çi pê dihêt? Ez dibêjim heger du, sê derhemban da tiştekî baş pê bihêt, te derhemekê heye, divêt tu tenekeka genimê xwe bifroşî, yan duyan. Vêca tu bi kêfa xwe yî.


Ma teneka genimî bi çendêye, ka bikî dê bikire?


Teneka genimî li bajêrî bi rupiyekêye, ezê riyalekê bidime te û da kes jî nizane te genimê xwe yê firotî û daye bi têlik û diyarî bo mamosta xwe, eve hema min ji te kirî ka destê xwe bihîne!


Herdukan nêzîk Sêmêlê û li gel bangê melayê spêdê destên yek û du hejandin û gotine yek û du tu sed xêra ji malê xwe bibînî. Piştî genimê xwe hêrayin û mam Biro riyal kiriye di destî de:


Emê biçine mizgeftê û bi rê ve bo xwe hindek sewka û helawê bikirin û airavîna xwe bixwin û nivêja xwe bikin û paşê emê bo mamosta te şûşeka gulavê bikirin, hey bîjmulte kengî te xwe gehande hurmeta elmode, belê babo tu dikarî dêhla li xwe bane bikî.. Ma jixwe eve mamostaye.


Ji kêfa de devê wî beş bû, ji xiyala wî ve raste mamosta ji ber wî bi şev nanive. Mam Biro bi nivêjê ve mijûl bû, ew derkete kolanê du dikan ketine sîngê wî û berpê çû, çavên wî bi gelek tiştan ket ew cara yekê bû dibîne. Ji wan tiştan serkulavkên memka (zexme), yên sor, spî, reş, ji hemû rengan, destê xwe dirêj kire yekî pîvazî, got:


Eve çi tişte û bo çi bi kar dihînin?


Piştî zanî çi dibêjnê û bo çi bi kar dihînin, her çar derhemên xwe kirine lepê dikandarî de û got:


Bi van para dihêt?


Dikandarî ripiyek lê zivirand û got:


Eve di zêdene jî.


Şûşeka gulavê rakir û got:


Eve bi van para dihêt?


Dîsa dikandarî pazde filis lê zivirandin.


- Ka bihayê van para jî helawê bide min.


Piştî sîbera wî car û nîva temet bejna wî lêhatî ji Sêmêlê derketin. Bi rê ve mam Biro gotê:


Bîjmolte tu kî ve çûbûy? Te digot ezê diyariyekê bikirim?


Li ber kire xewn; Ez û diyarî? Ezê kûçkekî ji gundê ermeniyan bikirim bi çendê be.


Ez behsê teneka genimî bo kesê nakim bi mercekê paşî dê kûçkekî ji dola seyên ermeniyan bidiye min


Soz be, tu dewara min li gel xwe bibe heta ez digehime te û ez li nav gundî gîro nabim ezê li bayê bezê bigehime te.


Kete nav kolanên gundê ermeniyan, çavên xwe li gov û kotana gêra, bireka kuçikan li ber sîbera dîwarekî nivîstibûn, hêdî xwe nêzîk kir, ji malê wêvetir hindek kûçikên tembox mezin deh-pazde rojî yê di nav lewdeka kayê de yariyan dikin, bi lez yekî nêr kire di cuhalî de û pêt xwe sivik kirin li pişta gundî gehişte mam Biro.


Ev ermeniye bo bazarî çend çirin heta bi sê derheman daye min ava mezin rawestiya!


Ma ez çi bibêjime te ma kûçik yê hindêye tu sê derhema bidiye pê? Bes te xwedan nînin an diviya daxekê li ber kepiyê te bikin.


Piştî qonaxekê ji gundê ermeniyan dûr ketîn, kûçik ji cuhalî anî der û destê xwe bi piştê da anî û bir:


Divêt ez gohê wî kir bikim, navekî xweş lê bikim, qotîkekê her roj li gel xwe bibime xwendingehê û barubiyê bikim di nav hevalan de her yek fireka şîrê xwe bide min da ez wî qelew bikim.


Her pişta wî digemirand.. Carekê hate bîrê gava zelamên gundî digehine yek behsê Şewaf dikin û nizane wata şewaf çi ye? Lê her dibêjin xweziyên wan du rojên şewaf, par para begê Mûsil bû di destên me de û em lê bûne xwedan, yan da wî jî wekî gelekan bi darê ve qinare bikin, ma xwarinên xweş me wan du rojan xwarin, jina wî bi destê xwe xwarin dihîna ber me, ewî bi xwe qehwe li ber me digêra û digotin ewe em heyîn bi tenê wan du rojan me xwe dît xwedan desthelat.


Ji nişka va kenî û bi dengekî bilind got:


Kuç, kuç Şewaf.


Mam Biro lê zivirî, te nav lêkir wey baboooo.. Eve tu çi bîjmolteyî? Te kengî hizra vî navî kir, jinka min ye bi tişte min digot heger xwedê kerem kir û kor be ezê navê wî bikime şewaf, eve du sale min hizra vî navî kirî, eve te ew jî bir.. Wey wey bo te şivanê kuçikan.



Şewaf: serkirdeyekî siyasî yê erebên şovenî bû di sala 1959-ê bi kudetayeka leşkirî rabû li dijî şoreşa çardehê Tîrmehê.





Payîzan, Gul û Gulbexş Pêk ve Diwer in



Diyarî bo giyanê gulbe‌xşê şevan, E‌nesê re‌wşa şevên Duhokê




E‌w de‌me‌k bû, dîsan kumre‌şan sinorê we‌latî çît kirîn, te‌ pe‌na biribû peyvên Mam Çelo roja bangîna dilte‌zîn, e‌rd û e‌smanên gundî pêk ve‌ digrîn, nixiriyê wî li kope‌kî bilind bilind firî. Rondik pangandîn û ne‌viyayî ji bilindiya xwe‌ dake‌ve. Tenê gotî: “Mamo, mirov ji nifşê axê ye‌ û dê he‌r bo axê bizivire, çi roje‌k li pêş û çi roje‌k li paş, xwe‌şiya mirinê di hindê de ‌ye, ku bi mirovî bibêjin û jinik be‌rgûzan jêk bire‌vin û ne‌xwe‌şiya mirinê e‌we‌, gava bibêjin spas ji xwedê re‌ dan û e‌mrên xwe‌ biribûn, ji wê eşke‌ncê hate ‌de‌r.


Hêj tu yê di van hizran de‌, wê de‌lîvê te ‌dixwast li cihê pê xwe‌ biçiye mirinê. Nizanim çawa wê şe‌vê tu û he‌rdu he‌valên xwe‌ yên fantazîk vêk kevtin, piştî we‌ çe‌nd caran pêkên xwe‌ bilind kirîn û te‌jî hisk hatîne‌ we‌, he‌valê te‌ e‌wê hûn dibêjnê Fe‌yle‌sofê e‌rd û e‌smanan got:


He‌val he‌ge‌r ‌e‌z mirim, hêvî dikim ke‌le‌xê min bibine‌ kope‌kî bilind û ne‌ve‌şêrin.


Tu ke‌nî û te‌ got:


He‌val te ‌çi ne‌got… Anku e‌lho te‌ bixwin da tu he‌r bilind bimînî, te ‌nevêt bibî‌ mewlud û kurm û kêz bi te‌ he‌me‌r bin? Ha ha ha


E‌wê bi re‌x te‌ ve‌ got:


Hûn çe‌nd fantazîkin, e‌z dibêjim ke‌le‌xê min bikine‌ diyarî bo kolîja pizîşkî bila xwendekar li se‌r min fêr bin nojdariyê, çêtire‌ ji kurm û kêz û elhoyan.


Dîsa tu ke‌nî û te ‌got:


Başe‌ he‌val, min çav ne‌mane‌ e‌ve‌ he‌rdu bîblikên te‌ diyarîne‌ bo min hege‌r piştî te‌ bimirim!


Dîsan hûn he‌rsê ke‌nîn, ji nişka ve‌ şe‌be‌ng û bêhna gulan hat û de‌stê xwe‌ di se‌r stûyê te‌ aland û got:


‌We‌ şe‌v kuşt, ke‌niya we‌ bilinde‌. Diyare‌ ‌we‌ pêke‌noke‌ka nû he‌ye‌?


Te‌ stûyê wî qirand û got:


Çi nîne… E‌mê be‌hsê mirinê dikin! E‌vî divêt e‌lho ke‌le‌xê wî bixwin û vî ke‌le‌xê xwe‌ kire‌ diyarî bo kolîja pizîşkî!


Û te‌?


E‌z dibêjim no. Ne‌ bila kûrm û kêz min bixwin û ne‌ jî e‌lho, bila ke‌le‌xê min li cihe‌kî tarî û ge‌rm bihêlin he‌ta ge‌nî dibe, paşê bihavêjne‌ be‌r hinde‌k kûçikên birsî; çinku e‌w hêjatirin ji kurm û kêz û nojdarên bazirgan.


E‌no re‌vî û got:


We‌y babo, he‌r mirine‌ şe‌va we‌.


Te‌ de‌stê wî girt û maçî kir, te‌ got:


Me ‌ya xwe‌ got be‌lê tu çi dibêjî Eno?


E‌z we‌kî he‌mûyan, he‌ge‌r mirim, subê zû ke‌le‌xê min bibine‌ girê Şaxkê.


Spêdê e‌lind bilind bû, rojê davên xwe‌ yên zêrîn pe‌şîn, kulîlkên payîza rû bi ke‌n gerdena xwe‌ ke‌ş kirin, bêhna xwe‌ xwe‌ş kirin, li jivanê tiliyên gulçînê caran bûn. Lê wê subê gulçînî we‌xe‌r kiribû girê Şaxkê.



Eno: Navê dînekî Duhokê bû. Hamû rojan gul ji baxan diçinî  û bi şev li ser mêzên gazînoyan digeriya û ew gul pêşkêşî meyvexweran dikirin. Şeva ku Eno bi encama rûdana trêmbêlekî hatibû kuştin ev çîroke di wê şevê de hatiye nivîsîn ji bo bîranîna wî gulbexşî.



Filmekê Hindî



Wê rojê hemûyê tu yî berze bûy di navbera xweşiyê û nexweşiyê de, car te hest dikir tu gelekî kêfxweşî. Dê ber bi qonaxeka nû biçî û bibî xwendekar li zankoyê û li gel qîzkan piyasan bikî û li rojên seyranan li gel wan wêna bikêşî. Carinan jî dema te ji hevalên xwe dipirsî nimira te ya derçûnê çend e? Hind ji te baştir û hind ji te kêmtir, te hest bi poşmaniyê dikir û pena dibire xweziyan.. Lê hevalên te li ber dilê te didan û digotin:


Rêja derçûyan ev sale kême, dibe tu li kolîjeka baş bihêye wergirtin.


Lê te pêşwext dizanî ew kolîja hêj tu zaro babê te di guhê te de hildêray, nahêye wergirtin; çinku babê te jiyê xwe bi nîvî kiribû hêj bê nasname bû. Heta rojekê ebuqatekî bi hizar find û fêlan jê re derxistî.


Te pişta xwe dabû dîwarê hola pişkinîna li nexweşxanê li hêviya pişkinînan bûyî. Demê ji nişka ve wekî birûsiya di ber te re borî û bêhna gulava bayê biskên wê tu mend kirî. Ew şerm û xweşkuriya tu pê hatiye niyasîn li nav hevalan te ji dest da, te xwe nêzîk kir. Bê şerm te jê pirsî nimra te çende. Bi zimanekî sirt got, min xwe newestand ma dê çi li bawernamê û nimra bikim, di ser hindê re min şêst û heşt heye. Tu lal bûyî heta te şiya bibêjiyê min jî şêst û heşt ya heye. Piştî ew çû, te gote xwe ez nimra xwe bi hindî sedên heye nadim sedased eve ye şasiwara xewnên min. Baş bû min xwe newestand û nimreka bilindtir neanî, yan çawa ez û ev kehêle da bigehine yek û du.


Di serê te de çespa hema eve xwedê ya bo te hinartî. Êdî te roj dihejmartin ka kengî dê nav bihên û li kîjan kolîjê dê bihê wergirtin. Lê te hind hay ji xwe nebû hindî te hay ji navê wê heye, ka tu û ew li yek kolîjin, yan ne?.


Demê berê te ketiye paytextî, te gote xwe dibe navê wê jî li kolîja we derketibe, lê piştî du heyvan tu li kolîjên welatî hemûyan geriyay te nedît û êdî di xewnan de jî şevekê nebû mêvana xewnên te. Lê hemû deman dêmê wê ji pêş çavên te nediçû.


Şev revîn û roj bezîn.. Tu bûye bab.. Te navê keça xwe ya mezin bi wê nav kir.. Gelek caran piyên te tu vedidiziye hola pişkinînan piştî çend salan. Tenê te carekê dît li vî cihî li wê hêviyê bûy belku careka din li wê derê bibînî, lê te nedît.


Wê roja tu ji hemû rojan bi mijûltir, keça te bi şermînî gote te:


Bab dê tirumbêlê didî min? Ezê evro biçime pişknînên nojdarî da bihême wergirtin li kolîjekê.


Te bi kenî ve got:


Keça min, min neşiya hêviya babê xwe bi cih bihînim û bibime ebuqat dê bila te xwandiba û nimreka baş anîba û çûbaye kolîja yasayê!


Bi kenî ve got:


Bab, mezinan ya gotî; “Çi dikine kiwarê, ew dihête xwarê.” Te şêst û heşt anîbû, min jî wekî te şêst û heştan aniye.


Bi lez û bez te xwe lêk da û gote keça xwe ez dê li gel te bihêm. Keça te tîq lîq bi te kenî û gote te:


Ax bo dilê we zelaman, çi caran ji ya xwe nahêne xwarê.. Tu ne dê ji ber min bihêy, belku ji bo bîrhatineka çi caran te ji bîr nekirî.


Destê xwe di stûyê wê aland û rûyê wê bi lêvên xwe şil kir; çinku wekî hevalekê te reftar li gel dikir, hemû tiştên xwe bo digotin. Bi rê de keça te wekî lêbokan destên xwe serevraz kirin û bi kenî ve got:


Ya rebî tu bikî vê carê babê min wê xanimê bibîne ya ku neşiyay çi caran ji bîr bike.


Te dîsan pişta xwe da wî dîwarî demê tu maye li hêviya navê xwe. Paşî tu qerimî û çûy runiştî bi rex keça xwe ve di kêlîkekê de te hay ji xwe nebû. Xanimek û lawek beramberî te rûniştin û bêhna biskên wê tu dîsa benc kirî. Te serê xwe rakir, ew xanime ya berî bîst û pênc salan te li vî cihî carekê dîtî û hew. Êdî te neşiya hesta xwe veşêrî û te dest bi pirbêjiyê kir.


Ez dibêjim tu Ronakî?


Belê, bes ez te naniyasim!


Berî bîst û pênc salan ha wekî rojeka wesa li vî cihî min tu dîtî û nimira te şêst û heşt bû, lê nizanim paşî tu li kîjan kolîjê qebûl bûy?!


Errik.. Tu çendê bi hiş û bîrî!


Keça te ji keniya de sor bibû, hindî destmalkaxez di cantê wê de dane berdevê xwe, da keniya xwe veşêre. Paşî neşiya xwe û got:


Ez keça mamostame, navê min jî Ronake û nimira min jî şêst û heşte!!


Lêva xwe gest û di bin lêvan ve got:


Çi tesedûfe!


Eve kurê mine, nimira wî jî wekî me şêst û heşte.


Berî navan gazî bikin, got:


Ez hez dikim te pitir biniyasim û firavînê mêvanên me bin.


Te di bin berçavkan re li keça xwe nêrî, ka ew dê çi bibêje.


Xalet te we li babê min kir piştî bîst û pênc salan ji nû careka din te bibîne. Ez ne wekî wî me, heger min girt naberdim tu me mêvan jî nekî, ez dê xwe bikime mêvana we.


Keça te destê kurê wê girt û wêve çûn û tenê te bi dengekî bilind got:


Ronak xan dîtina çavan sotina hinavan.





Kawar



Piştî telefon danay, mîna biçûkan di xirîk çû, lêva wî ya binî lerizî û hêrişik û hîsk pêk ve dihatinê, her li bin çengan dida û ji jûra xwe derket û çû dolaba xwe ya kevin. Xanima wî xwe bi ser çi ve nebir û got:


Ez heyran hema ew jî wekî hemûyan bila navê xwe biguhore! Ne heger navên xwe neguhorin çi nadinê!


Hêj dengê wî di guhan de deng veda, bab bibure min navê xwe guhart. Ez ji evro pêve ne Kawar im.


Wênê dayika wî ji dolabê anî der û hindî din mîna kizikan heliya. Bi tiliyên xwe kejê pora wê yê çûr şeh kir û bi nazikî guhê xwe bi zikê wê vena û ritmê lêdanên dilê wê û biçûkê wê xweştirîn muzîk bû di guhên wî de. Wê jî bi nazikî mîna dayikeka dilovan tiliyên xwe kiribûn şeh û pirça wî ya bor şeh dikir û bi xwebayî digot:


Heger keç bû dê navê wê Warîn be û heger kur bû emê navê wî bikine Kawar, bila ez heyran?


Ez hizar caran heyranî te û vî mêvanê çaverê bim, tu çi bibêjî dê wekî te be, ma ji van herdu navan xweştir hene?!


Hêj dengê wî di guhan de, deng vedida:


Bab ez evro, ne Kawar im; çinku ne min çi welat mane û ne çi war!.. Ez çeqekî darzeytuna kîfkoyîme, di nav kefa deryayên sûr de werimîm.. Birîndarekî verestîme, ji ber kêlbên dirinde û nehingên derya.. Ma te li bere navê min çi be? Ne xwedê ez dayîme heta evro bibêjine min Xwedêda), belku ez ji verêja qederekê me û qeder bê navin, lewra min navê xwe kire Çelûp. Heger ez Çelûp nebim çi nadine min. Ne mafê penaberiya mirovayetî û ne ya siyasî.. Ez dizanim ka navê min li cem te çend pîroze. Lê li vî welatî hemû pîroziyên te bi firingekê naçin, eve qedera me ye.. Ew hovên duhî, ne tenê em, belku mirovayetî hemû ji ber dinalî, mirovin û ernavê mirovayetiyê bo disoje, xweş mêvanin.


Cigara dawiyê ji pakêta xwe kire di nav lêvên xwe re û mîna serxweşan ji mal derket û li tirumbêla xwe xurî. Xwar û vîc mîna şanşanokên zarokan ber bi goristanê çû. Tarî zulmateka bê wêne, mirî ji miriyan ditirsiyan, li ber derê goristanê tirumbêla xwe rawestand û mîna dizan bi tirs û sehim, hêdî hêdî meşiya û li ber kêliyekê rawesta, serê xwe şor kir û bi kêliyê vena û got:


Xanim tu dizanî ez çima ev şev hatîme dîdara te? Tu dizanî Kawar navê xwe guhorî, ew navê pîrozê te lê nay?


Di bê dengiya şevê de, ne stêrek dibirsqî, ne çi firîşteyan pêlên ewran dihajotin, ne çi deng ji minarên mizgeftan dihatin û ne çi çingeçing ji kinîşta dihatin. Destê xwe di gerdena wê aland û betlê ozu ji paxla xwe deranî û mîna zarokekî dayik mirî lêvên betlî hilmirîstin, bê hîsk û êlincî, bi tonekî girî û dengekî xetimî ve dubare dikir: Kawar navê xwe guhorî!!


Li gel dengê giriya wî hemû mirî rabûn: Şehîd, caş, şerîf, xwêrî Mela, sofî û qehbe li dor êwirîn û kefenên xwe kirine destmal û pêk ve bo girîn û girîn.




Reşko



Di hemû jiyana xwe da min gazinde ji pîstê xwe yê reş dikir.. Miraza min ew bû rojekê di nav zarokan de bê girî bizivirim mal.. Hemû deman zarokan yarî bi pîstê min yê reş dikirin, digotine min reşko.. Kesê nedixwest ez biçime ji wan; çinku ew hemû pîst spî û zer û zelal bûn.. Tirsa min ya herî mezin ew bû gava bibime zelam çi zeriyên gundî şû bi min nakin.. Lê roja ez û hemû lawên gundî û gundên derdora me hatîne girtin, piştî hejde mehan ji eşkence û lêdanê, em bi hev re, mîna kerekî berxan hajotine di kotaneka asinî de, li ber sîngê sê kesên bi xakî, simbêl boq û serhoç, zik şor û kemax mezin… Tîq lîqa wan wekî lêbokan, nizanim bi me dikenînin, yan jî bi xwe dikenîn.


Carekê ewê li nîvê ji hemûya bi kelwaştir, serê xwe bo layê rastê û yê çepê bir û bi kenî ve got: Me biryar da ji yê yekê heta ewê pîst reş, hemû bihêne sêdaredan, ji wî wêve sizayê wan zîndana her û her.. Navên wan binivîsin û zû van berazan ji pêş çavên me bibin.


Ewên li pêşiya min çokên hemûya fisiyan û stûyê wan xilêl bû.. Êdî neşiyan xwe ragirin. Evên li pişt min rûyê wan geş bû xwîn bi laşê wan de hat. Da bidine ber tilîliyan û ji kêfan de xwe helavêjin, lê newêran ne ku ewên li pişt mêzê ture bibin û li biriyara xwe lêvebin.


Demê nav nivîsîn hind li pêşiya min di dergehekê re hajotin û evên li paş min jî di derkê din re hajotin. Tenê ez mam, min çi ji xwe nizanî.


Kumsorekê di çingilê min re girt û dame ber kêlinciya. Li ber derî ez li wan zivirîm û bi dengekî melûl got: Gewrim û ez?


Serê xwe rakir û bi bişkurîn ve gote min: Tu jî here bîst salan di zîndanê de bireve. Ji kêfan de min lîtkek li xwe da û got: Spas ji xwedê re demê ez dayim pîstreş.





Têbînî:


Eve çîrokên rasteqîneye dadgeha Sedamî ya li Ebu Xirîb li gel xelkê Kurdistanê û İraqê dikir.




Zelamê kurt



Eve heyameke, ne kûçik diwêrin li kolanan birewin, ne ker li garanan bizirin û ne zarok di landikan de bigirîn û binirin, ne şivan fîtiya vedin û ne berxên mazîlok dûngê xwe badin, ne mela diwêrin bi ser pêpelîskan bikevin û bang bihildêrin, hemû ditirsin… ditirsin.


Ji ber nalenala goristanê, hinda bi serê babê xwe sûnd dixwarin û hinda bi navê xweda û hinda bi gora Şêx, êvariyên eyniyan nurihe ji gora zelamê kurt diçe.


Jiyan rawesta bû li gundî.. Zarokan (ebced, hewez) ji bîr kiribûn, êdî nediwêran biçin mizgeftê û Mela şifka xwe bihejîne, hemû ketibûne kilêsa xwe, tenê Zero bû ya ji mala derdiket û diçû kaniya gund û tenûra xwe didada. Ne ji goristanê ditirsiya, ne ji nûrha gora zelamê kurt û ne ji nalenala miriyan.. Ne.. Ne.. Neditirsiya.


Piştî sê heftî borîn ji mirina zelamê kurt, bi tenê Zero êvairyên eyniya diçû ser gora zelamê xwe bê rondik û hotik, bê şirînahî û şekirok, bi tenê tirarek dibin xiftanê wê ve.


Agir kete bin piyên Helê: Keçê malbabwêranê ma tu natirsî?! Ma qey te cergê şêran heye?! Ne gundî hemû yên di hewşên xwe da kurk bûn!


Keçê ma mirovê mirî çi jê dihêt heta hinde jê bitirsin, ma heger têhnek di quna wan heba da bo çî dimirin!


- Kezî kurê, ne Mela newêrte êdî biçe mizgeftê bang bide! Hemû dibêjin kêliya gora zelamê kurt ya kesk bûye, tenê mirovên ba xwedê ve di rojên taybet de dimirin.. Te dît di mirina wî de roj xeyirî.. Ev nalenala ji goristanê dihêt hemû turebûna wî ye.. Dibêjin tiştekî nebaş di gund de heye, lew hinde dinale! Ya rebî guneh giranin, hind dibêjin ji ber vî kûçkê sore, xeloyê kominist.


Bi destê rastê du sê caran kirasê bedena xwe hejand û serê xwe ser evraz kir (ya rebî tu li me negirî, ne ku ji ber dêlika heft cewrik be, ya ku zelamê wê bi dunyayê ve, yekê dide bi dûv yê din ve, zaroyên wê hemû şîrheramin!). Dîsa kirasê bedena xwe hejand û got:


Bi devê xelkî dibêjin ne ye başe, filan û bêvan diçine nivîna wê.


Zero kenî û serê xwe bada: Xwezî we zanîba av di ser çi re diçe û bê deng bû.


Vê gotinê xweriyanek xiste bin piyên Helê, wekî benîştê kerê ma pêve, bi kenî ve got: Serbabqûzê, bi xwedê tu tiştekê dizanî tu ji me diveşêrî?


- Ne bi serê kurê xwe Derwêş heger ez tiştekê bizanim, tenê mendehoş mame ji xelkê vî gundî, eve serê mehekê ye ji ked û kar û ketîne, hemû wekî mamirkan di kolkên xwe de kurk bûne, ma xwe ne dê ji wan re biqete?! Ne eve zivistana reş û dirêj hat. Ne yek diçe aşî, ne dirûnê, ne bêrê, ma ez dişêm avê bo vî gundî hemuyan bikêşim?! Ne milên min û pişta kerê me pêve qusiyan! Heta av vexwarina we jî ji cerê me ye!


Ev peyve mîna agirokî li gundî belave bûn, Zero tiştekî dizane, çawa bi tenê diwêre biçe kaniya gundî, ma xwe ne cergê şêran heye?!.. Hinda got: Bira hevjîna zelamê kurte, ma dê bo çî bitirse? Hinda got: Nexêr nihêniyek bo vê çendê heye!


Êdî hêdî-hêdî qelawîzên wan wekî dizan ji gund derketin, lê her nediwêran li semta goristanê biçin. Heta êvariya cejna remezanê hind pîrekan xwe dane yek û qesta goristanê kirin û di destên wan de tûrikên şirînahî da bi xêra miriyên xwe yên xweştivî bidin, lê çawa birin wesa zivirandin; çinku zarok newêran biçine ser gora.


Hـelê bi tirs û sehmeka mezin ber bi gora zelamê kurt ve çû, dît kêliya serê wî keske.. Veciniqî û sed caran navê xwedê anî, heta nêzîk bûy çi bibîne, kêliya wî bi rêxa çêlan hatiye hinûn. Lêva xwe gest, hêdî paş ve hat. Bo xwe got eve xezeba vê kiryara xirabe, lew bi şev dinale!


Li vegeryanê ma di hizran de ka kî ye gora zelamê kurt tewizandî. Her di cih de got ji wê dêhla Zero pêve nîne; çinku ew piştî jinikan bi tenê rojavayeka dereng diçe ser gora miriyan û heta tarî dikeve jî dimîne ser gora wî.. Bi xwedê hebe nebe ji wê pêve nîne. Lewra roja zelamê wê mirî jî, ne tepek li sîngê xwe da û ne dest da pora xwe.. Pîrekên gundî ji wê pitir şîna zelamê kurt kirin.


Çar gavan li pişt xwe zivirî û bi livîna tiliyan gazî pîrekan kir û hêdî di bin lêvan ve got: Temaşe bikin kêliya wî bi çi kesk bûye! Ev nalenale ya vê xezebê ye!


Li vegeryanê her pîrekekê ya bi çavên xwe dîtî ji zelamên xwe re got, heta mela û mezinên gundî jî pê hesiyan. Hemûyan yek û dûya xwe kirin û gotin: Deng jê neyin in, di van şevan de çend zelamên gundî dê hişedariyê bikin ka eve kî ye bi vî karî radibe.


Her pênçşemba yekê zelamên hişedar piştî rojavabûnê dîtin Zero fanosa wê di dest de ye û ber bi goristanê dihêt û li hindav kêliya serê zelamê xwe sekinî û got: Hey îblis, hey bindinyayî, hey mamikên qîrê, dê bixwe.  Tirarê rêxê pêda kir. Hemûyan pêk ve gazî kirê: Nelive hey dêlê.


Çokên Zero şkestin û di cih de bû peyker û qoluzêna gundiya bi ser goristanê de hatin. Hinda şalok di dest da.. Hinda misas, yê bi gopal, li dûv hemûya Helê dibezî betlekî gazê di destî da bû û digot: Rawistin çi li wê tiriyatokê nekin, da ez wê li ser rûyê erdî bibime dozexê.


Piştî Zero ev dîmen dîtî bi lez xwe avête ber serê kêliya axayê gundî û got bextê vê kêliyê min nekujin heta ez çîroka zelamê kurt bo we dibêjim paşî hûn çi dikin destê we ji we re.


Kurê axayî bi dengekî bilind got: Rawestin bo xatira kêliya serê axay ka vê çi heye bila bibêje.


Ruh bi leşê Zero da hat û got: Ez neşêm hemûyê bibêjim, heger min hemû tişt gotin gelek ji we dê jinên xwe berdin, hûn nizanin ka vî ibilîsî çi bi serê min û we aniye?!


Hemûyan pêk ve bi yek deng got: Ka bibêje ya te kirî kesê nekiriye, emê vê şevê te bikine qurbana kêliya zelamê kurt. Hema tu çi dibêjî bo xwe bibêje.


Melay got: Rawestin.. Barê kuştina mirovekî bê şiriyet gelek girane.. Bila biaxive ka dê çi bibêje.


Zero di bin sibera dar û das û bêran ve, ya ji bin vejena ronahiya heyv û stêra, bi dengekî xetimî û melûl got:


Berî bimire, ew du-sê roj bûn gelekî nexweş bû, çend ez di ber re hatibame û çûbame mîna zarokan dixirîkî û sê rêzî rondik bi rûyê wî da dihatine xwar heta rihên wî yên spî şil dikirin, eza rûnime ber serê wî û rondikên wî zuha bikim û li ber dilî bidim.. Ew hindî din digirî heta wê suba roj xeyirî, vêca da bimire. Ez li ber serê wî rûniştim û serê wî dana ser çokê xwe û jê re got: Derwêş tu mirovekî çakî, mirovên çak ji mirinê natirsin, belku bawer nakin ka kengî dê bimirin da biçine behiştê, heftê horî li benda we ne, rûbarên hingiv û şîr û meyê.. Heger yên wekî we ji mirinê bitirsin ma xwelî bi serê me gunehkaran!.. Hindî din di xirîkên çû û carekê zimanê wî verist û ji binê piya kire qêrî: Hey beniya xwedê, ez ne derwêşim! Ez ibilîsim.. ibilîs! Ya min kirî di dirêjiya jiyê xwe de çi iblîsan nekiriye, tirsa min ya hindê ye min çi bo xwe nekir li ser duniyayê ji bilî fend û fêlan.. Min tu û ev xelkê deverê hemû xapandin bi rihên xwe yên dirêj û sihirbend. Ezê biçime (esfelu saflîn). Ma nahête bîra te pîrika min Xecê çend hatiba cem me çi digote min: Hey serkirînik, hey bindinyayyo, hatina te bo dunyayê jî ne wekî kesekê din bû, tu hatiye dunyayê ne di wextê xwe de, heft heyvî bûy, torîna deyika te Zelîxa kêm jinên mîna wê hebûn, tu hatî û te serê wê xwar hey bindinyayyo. Babê te belengazê xwedê li şeva heyv xeyirî, hef-hefa wî bû li ber derîkê me wê nîv şevê, min derî lê vekir ka were te xêre?


Got: Zelîxa ya li ber mirinê di hewara me were ez dibêjim nesaxa biçûkiye!


Ez çi bihêm, rebenê ya ji hêzê ketî, paşî pişilokekî reş û çîrmaq avêt û mir!


Babê te yê belengaz di destên min aliya, em maleka kêm dûndehin, tu bi xwedê bikî çareyekê bo min bibîne ev zaroke ji me re bimîne. Min jî gotê man bi destê xwedê ye, evên wesa kêm dimînin. Divêt her sê rojan tu karikekê, yan berxekê ser jê bikî û kevilê wî xwêy bikî û tê bialînî belku ji te re bimîne. Babê te hindusk nexweşî bi te ve dîtin.. Belengazê xwedê, hindî te didît pêçolka te ya li ber milî û li ber derê vê malê û mala he ka kîjan jinka biçûk şîr dê fireka şîrî bide te, heta tu bûye mirov bo min diwa bike hey binduniyayiyo. Eza pê kenim ji xiyala wê ve ez mirovekî çakim wê jî rebenê nedizanî ez ev iblîseme.


Êdî van gotinên wî ez sar kirim min pitir da axiftin û her di ber ra digote min: Ez heyranî te tu li min bibore û gerdena min aza bike.


Min jî her li ber dilî dida û digotê: Gerdena te azaye, tu babê kurê minî, ka te çi heye bibêje dunya merg û mirine.


Dîsan rondik ji çavan sê rêzî bûn û got: Demê ez heft salî min ji ber zarokan nediwêra ji mal derkevim, hemûyan yarî bi min dikirin û digotine min Quto.. Quto. Demê em zarokên gundî çûne cem Mela bixwînin. Min ji hemûyan pitir dixwand û ji hemûyan zîrektir bûm; çinku ew diçûne yariya û yarî li min heram bûn, hindî zarokan ez diêşandim û yarî bi min dikirin. Paşî nîveka li sala yekê xwandin hêla û hinda (cizu ema) bi dawî anî, lê min nehêla heta babê min çûye ber dilovaniya xwedê û ez mayme bi tenê, êdî min neşiya xwandina xwe bibime serî û Melayê me jî piştî wî bi şeş mehan emrê xwedê kir.


Ez diwazde salî bûme gavanê gundî lê ez xwendevanekî baş bûm û hisabderekî temam bûm. Çi çêla hatiba kel, eza wê rojê hisab bikim û êvarî bibêjime xwedanî dê çêla te filan rojê bizê. Piştî salekê navê min li gundî belave bû ku ez mirovekî ji ba xwedê me tişta pêşwext dizanim. Heta rojekê yekî bi xêra xwe gîskek daye min zikat, dema min gîsk serjêkirî û dest bi girutina wî kirî, demekî destê min bi mîzildanka wî ket, mîza wî li bin zikê wî xwe helavêt, min hizra xwe kir ez dişêm gundiyan bixapînim, min ew mîzildank tejî av kir û li bin kefşê xwe dana û riha wê ya zirav kire di bin hiçkê xwe ve û êvarî çûme nav civata zelaman. Çawa min delîva xwe dît, min got ez dişêm avê ji kevaran bihînim hemûyan got: Derewe ma xwe ne tu Şêxî?! Min jî got erê ez Şêxim, ka berekî bihînin. Çi berê wan anî eza bin kefşê xwe dişidînim û av tejî destê min dibû û ber şil dibû. Hemû gundî mendehoş man û êdî ez bûme cihê rêz û hurmetê.


Mala min bu tekiya û ez ji gavaniyê rizgar bûm, hemû zikat û xêrên gundî bûne bara min. Jinên bê zarok berê xwe dane min.. Roj bû roja niviştî û bazbendan. Jûra xwe min hind reş û tarî kir, her çi kesê bihête tê de hest bi tirsê bike. Li bîra mine cara yekê Helê ya cîrana me û xesûya xwe hatin û gotin: Eve du sal borîn û xwedê çi zarok nedanê. Min gotê çi gava bênivêj bû bila serê xwe bişût û bihête cem min ezê gazî firîştên xêrê bikim û xwedê dê kerem bike.


Min mamkekî spî ji perokan çêkir temet bejna xwe û li ser girê nivîna danî û bendikek pêve girêda û kire di bin doşeka xwe ve û sêleka tejî pişkil û tejî nav bixurî kir û her kire qêrî û lê hurcimîm: Firîştê xêrê were. Ji nişka ve min benikî kêşand, ew mamkê temet kelexê min şep û ji nivîna ket.. Rebenê di vê rewşa bi tirs de nehiş bû, paşî min kiriara seksî li gel dikir û rojên wêِ hejmartin, neh mehên rebeq û paşan jê re got: Bi anehiya xwedê filan rojê dê zarokekî bî, heger kur bû dê navê min lê bikî, bikî ye Derwêş û heger keç bû dê navê dayika min Zelîxa lê bikî.


Sê meh borîn, êdî min xwe nedît. Pîrekên gundê me û gundên derdorê, evên bê zarok gişta berê xwe dane min. Bi wê fend û fêlê hemû ji dola min hatine ber. Û hemûyan jî berê xwe yê nêr navê min danîne ser û yên mê navê dayika min lêkirin. Ev zarokên gundî evên navên wan Zelîxa û Derwêş hemû kur û keçên min in. Paşî min tu jî xapandî, ez rojekê hatime mala we babê te pir nexweş bû, gotin were pêve bezmîne. Tu taze digehay.. Demê te av ji min re anî ciwaniya te ez mend kirim, min ji xwe re got dê Derwêş evê torînê ji xwe neke.


Sê rêzî rondik ji çavên Zero peşîn û xirîk çû ma eza şû bi zelamê kurt bikim?! We hemûyan didît ez çi torîn bûm.. Axa û beg dihatine xwazgîniyên min, min newêra şû bikim; çinku wê rojê min çay jê re bir, diya min û birayên min hemû li wir bûn. Destê min girt û got: Nazdarê ka raweste ez nihêniyên mezin di eniya te re dibînim!


Tu dê şû bikî û dê te zarokek hebe, li roja çarşembî wê bimirî!


Her wê kêlîkê tirsa mirinê kete bedena min, êdî min newêra şû bikim, kesek li deverê nema nehatî min bixwaze, lê min newêriya şû bikim ji ber gotina wî. Heta nîre û qîre bûyim, dê û babên min çûne rehma xwedê û ketim ber destê jinbiran.


Demê diçûme kaniya gundî avê, çavên min bi zarokên qîzkên hevalên min diket kezeba min dişewtî. Ez weku beniya li ber destê vê jinbirayê direvîme ber destê jinbira din. Heta rojekê ji jiyana xwe bê zar bûyim êdî min mirin xwest. Ji nişka ve zelamê kurt gote min: Zero çima tu şû bi min nakî?! Min jî jê re got: Birayê min bibîne. Êvarî hate mala birayê min yê mezin û ez xwastim û ez qayil bûm. Lê piştî şuwê min tirsa mirinê li min zor kir, nexasme piştî bûme dayik û hemû rojên sêşembî ta mirinê ez digirtim û min nivîna xwe didanî û karê xwe û mirinê dikir hindî hind me bawerî bi zelamê kurt hebû. Gava ew çarşembî bi ser min re borîba, ez mecbûr dibûm careka din min karê nav mala xwe dikir. Heta sêşembî hatiba û dîsan dimame li jivanê qedera xwe. Hûn nizanin ewî çi aniye serê min û we.. Heger we zanîba hûna wî bi saxî bigirin û agirî berdinê.. Xwe ne ew Şêx bû yan iblîs bû?! Hey xwelî bi serê we û hindîkên we. De herin ka hûnê çi ji Derwêş û Zelîxayên xwe bikin. Bo zanîna we hemû Zelîxa û Derwêş ji dola wî ne.






Kose



Hêj dengê dayika min di guhê min de deng vedide demê ez zarok di derguşê de, stiranek ji min re digot


Lawê mino sube zû mezin bî


bi ceng û per bî


bi şaş û per bî


hemû henaseker


li ber sîbera te henase bikin.


Lê demê mezin bûm, hind çeng û per, bi min ve nehatin sîberê li kelwaşê xwe bikim. Lewra ez çûme hindavî komikên hestiyên deyika xwe û jê re gût, dayê li min bibûre ez kose me.




Pêlava pîroz



Çend di ber çayxanê re borîba, herdu kitên pêlava wî di destê wî yê rastê de bûn û destê çepê rihên xwe yên bi qirêj dixurandin û cigarek di nav lêvan de bû. Rihên wî yên reş û dirêj hemû qujîşk û girçinên dêmê wî yê xemgîn nixavtibûn. Te nedizanî ka eve mirovekî lale, yan bi zimane, dilşade, yan xemgîne. Lê her hadir te digot eve yê li tiştekî berze digere; çinku rojê hizar caran serê bajêrî heta binê bajêrî dipîvan û serê wî yê şor li ber piyan. Çend gehiştiba çayxanê Mam Usif bi rihên xwe yên spî ve ji pêş ve radibû, rondik bi çavan de sê rêzî dibûn û hîsk dihatinê û digot:


Xweziyên wê rojê Mamo.. Dê bila ez û tu herdu miriban û me ev roje nedîtiba.


Gelek caran xwe diqelast ji ber bertivk û qalpaxên koka, ewên mezin û zarokan bi hev re tê wer dikirin. Demê Mam Usif Mihê di vê rewşê de didît ture dibû û ji Mihê dîntir dibû û dest bi kirêtî û xeberên koçerî dikirin. Hûn nizanin ew kî ye hey serquzdayên ser quzday. Eve Mihê ye.. Mîr Mihê ye, zelamê rojên giran bû, çeperê sîngê dijmnan bû. Di germe germa şoreşê de gulle bi ber sîngê wî ket û hindî em hatinê xwe derman bike, xwe derman nekir û got:


Heger ez ew zelam bim bi gulla dijminan bimirim, hema bila bimirim û xwelî bi min wer be. Ez ji hevalbiçûkê vî siruştî çê bûme, dermanê min zaxa vê axê ye.


Wekî hirçekî birîndar, niro xwe avête di digera avê de û birînên xwe bi avê kewandin.


Evroke hûn yariyên xwe pê dikin. Bi xwedê hûn milletekî ne hêjay jiyanêne. Hûn dizanin çima em heta niho nebûne çi? Çinku em piyê li pîroziyên xwe dikin! Heger eve li welatekî biyanî ba da peykeran bo çê bikin.


Û ew nedikenî û nedibişkurî û wekî tirênê ji hêla xwe dernediket. Her û her li tiştên xwe yên berze digeriya. Gelek caran evên çivêl û êvelî bi keniyeka sar de bibêjinê:


Were eve dînareke, ne ya te ye?


Hinda digotinê:


Were eve gustîlkeke ne ya te ye?


Ewî mûyek li xwe şaş nedikir û her berdewam bû li ser rêpîvana xwe. Heger têhnî ba jî, bo kupekî avê hêvî ji kesê nedikirin, xwe diçemande ber avê û av dihilçinî, heger birsîba li ber agirdankên çi xwaringeha nedisekinî. Tenê da destê xwe şor bike nava bermîlan gilêşî, pirteka nanî bi dest xwe bigire û rêka xwe bipîve. Dîsan evên çivêl da xwe didine yek û bibêjinê:


Were evî divêt pêlava te bikire, tu bi çendê difiroşî? Bi heft dînaran.. Bi pazda.. Bi sedan?


Miho, reş dibû, şîn dibû, sor dibû, zer dibû. Da ji nişka ve di pora serê xwe re digirt û ji binê piyan dikire hawar:


Eve pêlava şoreşê ye, ne pêlava lingên kûçikên mîna we ye.. Ji pêş çavên min herin ber dîwaran birevwin hey kûçkên pîs.


Wê rojê li ber derîkê xwendingehê rawestiya û çi zarokê borîba, rawestand û gotê:


Ha bo te vê pêlavê.


Lê hemû pê kenîn û gotinê:


Pêlava te ji qalibê me mezintir e.


Û hindekên din jî digotin:


Tejî sergîfkan şekalên wekî wê ne.


Dîsan têk çû û mîna werzên salê rengê xwe guhorî, serê xwe şor kir û bi wan xema ve tasiya ji bajêrî derket. Piştî sê rojan li ber kolkekî veder ji bajêrî kelexê wî dîtin û pêlava wî hêj ya li ber sîngê wî. Cendekê wî birine goristanê û herdu kitên pêlavên wî avêtine ser gîfkî.




*  Ev çîroke diyariye bo giyanê ragirê dînên Sêmêlê Miho, ew kesê he li şoreşa îlunê pêşmergekî aza bû. Di şerekî de birîndar bû û we nekir bihête dermankirin. Piştî şkesta şoreşê dîn bû û kete kolanan. Hemû deman pêlava wî di destî de bû û ne dikire piyê xwe; çinku pêlava şoreşê bû. Lê piştî serhildanê Miho bi pêlav ket. Mixabinî li roja 06-04-2008 çû ber dilovaniya xwedê.

623 Comments to “Meydana kuçikan”

  1. Well My spouse and i definitely enjoyed studying the idea. This idea procured simply by you is very constructive forever planning.

  2. Daring says:

    Woman of Alien Perfect work you might have finished, this site is admittedly awesome with fantastic info. Time is God as way of maintaining everything from happening at once.

  3. Thanks a whole lot for sharing this with all of us you really know what you are speaking about! Bookmarked. Kindly also check out my web-site =). We could possess a link exchange contract amongst us!

1 123 124 125

Leave your Comment

Your email address will not be published. Required fields are marked *

You may use these HTML tags and attributes: <a href="" title=""> <abbr title=""> <acronym title=""> <b> <blockquote cite=""> <cite> <code> <del datetime=""> <em> <i> <q cite=""> <strike> <strong>

Blue Taste Theme created by Jabox
Content Protected Using Blog Protector Plugin By: Make Money.